ManşêtNûçe

Bekir Hej Îsa tekez kir li ser yekbûna pêkhateyên Sûriya li hember pilanên kolonyalîst

Buroya têkiliyên siyasî li herêma Firatê, roja Yekşemê 2021-1-3, civînek ji gundên girêdayî navçeya Celebiyê ji bo şîrovekirina geşdanên siyasî li dar xist.

Rêveberiyê têkiliyên siyasî li herêma Firatê Bekir Hej Îsa ji beşsdaran re axivî li ser pêwistiya li ser xaka xwe bimînin û parastina wê bikin li hember dagirkeriya Tirk, di riya ku gel li dora zarokên xwe bin di Hêzên Sûriya Demokrat de, ên ayatên berxwedaniya bilind li bakur û rojhilatê Sûriya bi giştî û li Eyn Îsa bi taybet tomar dikin.

Hej Îsa îşaret kir di axaftina xwe de ku “Rêveberiya Xweser destkeftiyek dîrokî ye ji hemû pêkhateyên herêmê, ev hat bi hewldanên bi hêz, divê parastina wê bikin ji dijminê hundir û derve”.

Her wiha Bekir Hej Îsa “bêdengiya navdewletî li hember çeteyan û bi piştgiriya dagirkeriya Tirkiyeyê li ser herêma Eyn Îsayê şermezar kir, û binpêkirinên hovane yên çeteyan li Efrîn, Giê Spî û Serêkaniyê ji kuştin, talankirin û guhertina demogrfîk”.

Hej Îsa gotinê xwe berdewam kir :Em baweriya xwe bi diyaloga Sûrî-Sûrî dikin û em destê xwe didin her kesê ku baweriya xwe bi çareseriya aştiyane ji bo aloziya Sûriya dikin, ji ber ku ew deriyê tekane ye ji gelê me ji vê aloziyê.

Hej Îsa tekez kir ku sala 2021’an wê ji bo rêveberiya Xweser saleke pêşketî be ji hemû warên xizmetê, tenduristiyê, aborî û perwerdê, di dawî de destwerdanên ji beşdaran hebû û tekezkirina wan li ser dorpêçkirina wan li dora QSD, her wiha îfade dikin ku ew misogeriya tekane ye ji ewlehî û aramiyê li herêmê.

Back to top button