ManşêtNûçe

Dewleta Tirk wêrankirina mîrasa dîrokî ya Sûriyê didomînin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku çeteyên dewleta Tirk, Girê Bîr ê dîrokî yê gundê Şêxurzê yê navçeya Bilbilê ji 3 salan ve dikolin û di encamê de gir bi erdê re dûz kir.

SOHR`ê diyar kir ku ji ber ku çeteyan li tiştên dîrokî digerin, darên zeytûnê qut kirin û erdê li dora Girê Bîr dûz kir.

Di heman çarçoveyê de çeteyê bi navê Ebû Ezab El-Necar ku ji Firqeya El-Hemza ye li erdê Zurqa yê herêma Kriêzat li gundewarê Babê kon vedaye û dest bi kolandinê kiriye.

Gerînendetiya Şûnwaran a kantona Efrînê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker Efrînê derdora 130 gir û cihên dîrokî yên Efrînê wêran kirine.

Di nav de Eyn Dara, Girê Erendê, mezara Şêx Hemîd ê li gundê Qestel Cindo yê navçeya Şera û gelek cihên din.

Dewleta Tirk a dagirker ji van sûcan armanc dike bedewbûna şaristaniya herêmên dagirkirî û dîroka wê wêran bike û nasnameya wê ya kurdî tune bike.

Gelek pispor destnîşan kirin ku armanc ji van sûcan ne qezenckirina pereyan e lê belê Enqere di radeya yekemîn de demografiya herêmê, çand û nasnameya wê biguherîne û dîroka wê tune bike.

Back to top button