ManşêtNûçe

Çeteyên dewleta Tirk 3 welatî li Efrînê revandin

Çavkaniyên ji kantona Efrînê ya dagirkirî da zanîn ku çeteyên Feyleq El-Şam welatiyê bi navê Beşar Xelîl Cûtî yê ji gundê Fefertînê yê dagirkirî yê navçeya Şêrawayê revandiye.

Heman çavkaniyan destnîşan kir ku çeteyên Muhamed El-Fatih 2 welatî ji şêniyên gundê Mist Eşûra yê navçeya Mabatayê revandin û birin cihekî nediyar.

Li gorî heman çavkaniyan navên welatiyên revandî wiha ye; Cafer Hemîd Etane û Îbrahîm Hisên.

Back to top button