ManşêtNûçe

Desteya Jinan sûcên dewleta Tirk şermezar kirin

Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê der barê sûcên dewleta Tirk ya dagirker li dijî jinên Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da.

Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Efrînê, beşdarî daxuyaniyê bûn. Jinên beşdar wêneyên jinên li herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di encama êrişên dewleta Tirk de şehîd bûne, hildan.

Daxuyanî ji aliyê seroka Desteya Jinan Zelûx Reşîd ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinên Başûrê Kurdistanê hatin şermezarkirin û hat tekezkirin ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê li hemberî hişmendiya dewleta Tirk a faşîst serî netewînin û asta têkoşîna xwe bilindtir bikin.

Her wiha hat destnîşankirin ku êrişên hikumeta AKP`ê yên li dijî gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê bi taybet li dijî jinên Kurd, berdewama siyaseta qirkirinê ne ku dewleta Tirk bi berdewamî pêk tîne.

Di dawiyê de hate destnîşankirin ku dê asta berxwedan û têkoşînê li dijî dewleta Tirk a dagirker bilind bikin heta azadiya jinan bi dest bixin.

ANHA

Back to top button