ÇalakîManşêt

Jinên Ciwan yên partiya me salvegera 19’ê Tîrmehê bi şahiyekê pîroz kirin  

Di bin drûşmeya “Jinên Ciwan misogeriya serkeftina şoreşa 19’ê Tîrmehê ne” Jinên Ciwan yên Partiya Yekîtiya Demokrat PYD bi boneya salvegera19’ê Tîmehê şahiyek li dar xistin.

Bi boneya salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê duh roja Çarşemê2020-7-22 Jinên Ciwan yên Partiya Yekîtiya Demokrat PYD şahiyek li darxistin di bin drûşmeya “Jinên Ciwan misogeriya serkeftina şoreşa 19’ê Tîrmehê ne” bi sedan ji şêniyên bajarê Qamişlo û saziyên sivîl tevlî şahiyê bûn, her wiha şahî li stada Heysem Kiço hat li dar xistin.

Şahî bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdên azadiyê distpê kir, piştre lîstika Fotbolê ya jinan hat lîstin ji aliyê tîma Amûdê û Kobanê, encama lîstikê her du wekhevbûn (2-2), wekî din jî têkwando ji aliyê tîma Roj hat pêşkêş kirin, di dawî de hûnermend Danîş Botan û Nisrîn Botan stranên şoreşgerî pêşkêş kirin, her wiha helbestvan Ferhadê jî helbest pêşkêşkirin.

Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

              

Back to top button