ManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Dagirkeriya Tirk diziya xwe li Efrînê didomîne

Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê bermahiyên kevnar û şûnwarên kantona Efrînê didizin û hovîtiya xwe li dijî hawîrdorê didomînin û darên zeytûnan ên welatiyan hildikin.

Çavkaniyekî ji gundê Badîna ya girêdayî devera Reco ya Efrînê ku nexwest navê xwe eşkere bike ji ajansa me ANHA’yê re ragihand ku artêşa dagirker a Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê bi armanca tunekirina dîrok û çanda herêmê, bermahiyên kevnar û şûnwarên gundê Sêwiya û deşta Kitixê yên girêdayî navçeya Mabeta didizin.

Heman çavkanî destnîşan kir ku leşkerên Tirk û çeteyên girêdayî wan beriya hefteyekê darên zeytûnan ên gundê Sêwiya li aliyê bakur û başûr ve hildikin û ji heman deveran gelek bermahiyên kevnar diziyan.

Çavkanî da zanîn ku artêşa Tirk û sê tabûrên çeteyan ên girêdayî wê (Tugaya El-Munteser Bîllah, Tugaya Mihemed El-Fatih û Ehfad El-Resûl) li deşta Kitixê li paş benzînxaneya Izzet dikolin û şûnwaran derdixînin û ber bi Tirkiyeyê ve dibin.

Artêşa dagirker û çeteyên girêdayî wê di meha borî de jî devera kevnar a MarMaron a li gundê Beradê ya navçeya Şêrewa kolandin û gelek bermahiyên kevnar jê diziyan.

Artêşa Tirk a dagirker bi armanca tunekirina dîrok û çanda herêma Efrînê gelek navend û deverên pîroz ên zardeştiyan hilweşandin.

çavkaniya;ANHA

Back to top button