ManşêtNûçe

CPT rapaora der barê serdana Îmraliyê şandiye Tirkiyeyê

CPT diyar kir ku rapaora der barê Îmraliyê de şandiye Tirkiyeyê û pêvajoya weşandina raporê ji biryara reydarên Tirkiyeyê re maye.

Rapora der barê serdanê de ya CPT’ê di 110’emîn civîna lijneya giştî ya navbrea 6-10’ê Adarê de ku li Strasbourgê pêk anîn de komîteyê qebûl kiribû. CPT’ê 32’emîn Rapora Giştî ya 1’ê Çile-31’ê Kanûna 2022’an dihewand weşand.  CPT di raporê de diyar dike ku serdana ji bo Îmraliyê pêk anîne, lê der barê rewşa Rêber Abdullah Ocalan, girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim de tu agahî di raporê de cih negirtine. Di raporê de hat diyarkirin ku di seranserê sala 2022’an de CPT’yê li welatên endamê Konseya Ewropa serdanên periyodik pêk anîne û bi giştî 16 serdan (140 roj) pêk anîne.

Li gorî nûçeya ku JINNEWS’ê weşandiye, CTP’yê der barê Îmraliyê de tu agahî nedabûn û hefteyek şûnde bersiv da maîlên me û got rapor radestî Tirkiyeyê kirine. CPT’yê ev tişt gotibû. “Rapora der barê  serdana di bin sernavê serdanên Ad Hoc yên li Tirkiyeyê hatine kirin, ji aliyê CPT ve di Adara 2023’an de hatiye qebûlkirin û piştre radestê merciyên Tirkiyeyê hatiye kirin. Rayedarên Tirkiyeyê ji bo aşkerakirinê wê biryarê bidin.

Hat diyarkirin ku aşkerakirina raporê ji însiyatîfa Tirkiyeyê re hatiye hiştin û balkişandin ser xala 11’emîn a Peymana Ewropayê ya Der barê Pêşîgirtina Binpêkirina Mafan û Îşkenceyê. Di xala 11’emîn de jî îfada ‘Komîte di rewşa ku daxwazên aliyên têkildar de , bi şîroveyên aliyên têkildar re wê raporê aşkera bike’ heye.

Back to top button