Freîe Kurdistan Foderatîon Ostdeûtschland e.V. (FED-KURD) ku li rojhilatê Elmanyayê kar û xebat dimeşîne, banga tevlêbûna meşa navendî ya li Dusseldorfê kir ku wê roja 15’ê Nîsanê bê lidarxistin.
FED-KURD’ê ev bang kir: “Em ji 25’ê Adara 2021’an ve ti agahiyê ji Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan nagirin. Banga me ji bo gelê me, wiha ye; werin em bi hev re ji Birêz Ocalan re bibin deng û bibin dengê wî. Di serî de li bajarên Berlîn, Leîpzîg, Dresgen, Halle, Brandenbûrg û Magdebûrgê ku Federasyona me lê birêxistinkirî ye, em bang li gelê xwe yê li Elmanya û Ewropayê hemûyê dikin ku ji 7’ê heta 70 salî tev li meşa ku wê 15’ê Nîsanê li Dusseldorfê bê lidarxistin, bibin. Em li dijî tecrîdê ber bi Dusseldorfê ve biherikin.”