ManşêtNûçe

Ciwanên Helebê li dijî kompoya navdewletî meşiyan

Bi sedan ciwanên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê meşiyan.

Meş ji bo şermezarkirina komploya navdewletî ya li ser rêber Abdullah Ocalan ku di 15`ê Sibatê salvegera wê ye.

Dewleta Tirk di Sibata 1999`an de bi komployekê ku hêzên mezin û dewletên herêmî beşdar bûn, rêber Abdullah Ocalan dîl girt.

Meşvanan ji pêşiya hola civînan a li aliyê rojavayê taxa Şêxmeqsûd dest bi meşa xwe kir û wêneyên rêber Ocalan rakirin. Her wiha cilên ku wêneyên Ocalan li ser in, li xwe kirin.

Meşvan di kolanên sereke yên Şêxmeqsûd re meşiyan û dirûşmên silavkirina berxwedana Ocalan di girtîgehê de, berz kirin. Li Çerxerêya Rêber Ocalan a li aliyê rojhilatê taxa Şêxmeqsûd, meş veguherî mîtîngê.

Piştî rêzgirtinê, rêvebera Tevgera Jinên Ciwan Rûken Tolhildan komploya navdewletî şermezar kir û piştrast kir ku dê heta rizgarkirina Ocalan çalakiyên xwe dewam bikin. Rûken diyar kir ku kes nikare roja wan tarî bike.

Her wiha bi navê zarokên şehîdan Xalid Îbrahîm daxuyaniyek xwend. Daxuyanî wiha ye:

“Hêzên hegemonîk ên kapîtalîst û dewletên herêmî ku siyaseta hêzên mezin li herêmê dimeşînin, beşdarî komploya navdewletî ya li dijî rêber Ocalan bûn. Piştî 21 salan jî komplo heta niha dewam dike lê bi şêwazên din.

Êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewamkirina komployê ne. Ji ber sîstema li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe dispêre felsefeya rêber Ocalan û projeya wî ya neteweya demokratîk digire.

Serkeftina projeya neteweya demokratîk li herêmên me dihêle ku bibe modela çareseriyê li Sûriyê. Her wiha dibe modela çareseriyê li Rojhilata Navîn. Bi vê yekê armancên komploya ku bi destê hemû hêzên komploger pêk hat, têk diçin.

Wekî zarokên şehîdan em soza şopandina fikr û felsefeya rêberê enternasyonl Abdullah Ocalan didin.”

Mîtîng bi sloganên azadiya rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

 

Back to top button