ManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Îlham Ehmed: Rejîma Sûriyê bi navbeynkariya Rûsyayê li ser destpêkirina dan û standinên siyasî erê kir

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD)  Îlham Ehmed ji rojnameya Şerq El-Ewset re axivî. Îlham Ehmed got: “Gelek hevdîtin li gel nûnerê Rûsyayê ku ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ve hatiye erkdarkirin, li baregeha Himêmîmê pêk hatin. Ew jî piştî civînên di dawiya sala borî de bi tevahî aliyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, ji rêveberên partiyên kurdî, kesayetên Ereb û xiristiyan pêk anîne. Ji lew re civîna me ya hefteya borî temamkirina civîna yekemîn e.”

Îlham Ehmed diyar kir hevpeyvînên li Himêmîmê dirêj bûn û tê de di danişîna yekemîn de li ser gelek pirsan hat nîqaşkirin, jê jî çawaniya pêşketina diyalogê û di kîjan çarçoveyê de diyalog pêk bên.

Îlham Ehmed da zanîn ku hê jî xalên destpêkê bi hikumeta Sûriyê re nîqaş dikin û ji bo veguhastina ber bi diyalogên cidî ve, pêdivî bi plana xebatê heye ku detayan bi rêya komîteyên pispor nîqaş bikin.  Îlham Ehmed îşaret pê kir ku Rûsya bi awayekî cidî û bi rola navbeynkarî û garantoriya xebata siyasî ya dan û standinên bi hikumetê re radibe, her wiha Rûsyayê soz da ku fişarê li hikumetê bike û tevahî mijaran qebûl bike û di çend rojên pêş de pêk bîne.

Îlham Ehmed wiha dewam kir: “Piştî bidawîbûna nîqaşên li Himêmîmê, di roja duyemîn de me serdana Şamê kir û bi serokê Buroya Ewlehiya Nîştimanî Elî Memlûk re rûniştin û civînek bi beşdariya nûnerê Rûsyayê hate lidarxistin. Dê li benda gotinên ku bikevin pratîkê bin. Dê ev jî pêngavên pratîk û destpêkirina diyaloga giştî ku girêdayî çarenûsa gelê Sûriyê û herêma  ku parçeyeke ji dewleta Sûriyê ye, di heman demê de çareserkirina dozên nîştimanî û dan û standinên  pê re bi rihekî berpirsyar û ne bi rihê dijminatî û rihneya li ser çareseriya leşkerî, îsbat bikin.”

Girêdayî mijarê Îlham Ehmed wiha pê de çû: “Car caran zimanê gefxwarin û sozan ji rayedarên Sûriyê yên payebilind dibihîzin û heke me diyalog qebûl nekir dê çekan bi kar bînin, ev jî bi tu awayî nayê qebûlkirin. Divê ev dozên binakok û girêk bi rêya diyalogê çareser bibin, her wiha divê hovîtiya şer ji herêmê bê dûrxistin û parastina şêniyên ku ji destê rêxistinên terorî azar dîtin wekî DAIŞ, Cebhet El-Nusra û komên Artêşa Azad ên girêdayî dewleta Tirk, bê kirin.”

Di berdewama axaftina xwe de Îlham Ehmed wiha lê zêde kir: “Em her tim ji pêvajoya  dan û standinê re çi li Cinêvê, çi jî bi hikumetê re, bi şêweyekî yekser amade bûn. Ji lew re me xebata li reşnivîsa destûrê û komîteyên pispor kir û nêrîna eşkere ya çareseriyê li gel me heye. Ev jî bi rêya diyaloga li ser dozên hêsan ku rê li pêş dozên bigirêk veke, pêkan e. Lê belê doza mafên neteweyan di ser destûrê re ye û dê bibe dosyayeke li ser maseyê û di her derê de.”

Îlham Ehmed diyar kir ku cihê diyalogê ne girîng e, ya girîng xwe gihandina çareseriyekê ye ku gelê Sûriyê razî bike û berjewendiyên wan dabîn bike. Îlham Ehmed destnîşan kir ku di hevpeyvîna bi rejîma Sûriyê de behsa dewlemendiyên xwezayî hate kirin û wiha pê de çû: “Di rastiyê de ew dosyayeke pir girîng e ku bandorê li xebata dan û standinê dike. Pêwîst e ku niha wê mijarê biparêzin heta ku bigihînin nexşeyeke siyasî ya çareserkirina tevahî Sûriyê.”

Îlham Ehmed wiha bi dawî kir: “Mijara QSD’ê, mijareke leşkerî ye û bi fermandar û rayedarên leşkerî re divê bê nîqaşkirin. Heke lihevkirineke giştî çêbû dê ev hêz bibe parçeyek ji pergala parastinê û parastina dewletê. Lê belê diyarkirina rola wê û şeklê belavbûna wê hê zû ye ku li ser detayên wê nîqaş bikin heta ku ji hikumetê hin nêrînan li ser van dosyayan bibînin.”

Back to top button