ÇalakîManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Çalakiyên mertalê zindî li Serêkaniyê heta roja îro berdewame

Çalakiya konvendê ya herêma Serêkaniyê li ser sînor li hemberî gefên dagirkeriya Tirkiyê di roja 14‘an de didome . Gelek şande ji herêmên Cizîrê serdan kon dikin. Di roja 14‘an de hevserok û endamên meclisên şaredariyên gel ên herêma Cezirê beşdar bûn û nerazîbûnên xwe nîşanî gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anîn ziman.

Di çalakiya kon de Hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Ebdulxenî Oso axivî û got:“ Gelê Kurd di berxwedana Rojava de muhra xwe li dîrokê xist, em ê vê carê jî ger êrîş hatin ser axa me berxwedaniyê bikin û gelên herêmê baweriya xwe  tenê bi hêz û îradeya xwe heye.“

Ebdulxenî Oso di dawiya axaftina xwe de teqezî li ser berdewamiya têkoşîn û berxwedana gel li hember gefên Tirkiyeyê kir.

Her wiha li sernavê Meclisa navçeya rojava ya bajarê Hesekê Remazan Fetihî axivî û diyar kir ku çalakiya wan derbasî roja xwe ya 14’an dibe û wiha got: “14 roj di ser çalakiya mertalên zindî ya li bajarê Serêkaniyê derbas bûne. Şêniyên herêma Firatê bi hemû pêkhateyên xwe tev li çalakiyê dibin.“

Fethî tekez kir ku çalakvanan bi rêya çalakiyên xwe ji raya giştî ya cîhanê re teqez kir ku gefên Tirkiyê dê vîn, hêz û yekitiya wan têk nebin û ruxmî tevahiya astengiyan lê dîsa jî peyama xwe ji civata navdewletî û tevahiya cîhanê re bi rê kirin.

ANHA

Back to top button