ManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

komîteyek ku bi hemû partiyên Kurdî hat ava kirin

Bi insiyetîfa Desteya Rêveber a Kongireya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) şaxê Rojava bi armanca nîqaşkirina rêbazên vedîtina çareseriyên avakirina yekîtiya refa Kurd û rêgirtina li ber xeteriyên ku hebûna Kurd li Rojava û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tehdîd dike, îro li navenda Têkîliyên Dîplomasî ya li bajarê Qamişlo civînek li dar xist.

Piraniya endamên Kongireya Neteweyî ya Kurdistanê şaxê Rojava tev li civînê bûn. Beşdaran xeteriyên ku  herêm û hebûna Kurd tehdîd dike di serî de gefên dewleta Tirk a dagirker yên domdar gotûbêj kirin. Her wiha pêwîstiya avakirina yekrêziya Kurd bi awayekî lezgîn tekez kirin da ku siyasetek û stratejiyek Kurdî ku berjewendî û hebûna Kurd li Rojava diparêze bê dayîn.

Beşdaran her wiha tekez kirin ku pêwîste nakokiyên tengî bidin aliyekî û nîqaşên cidî ji bo avakirina yektiyê destnîşan kirin.

Di dawiya civînê komîteyeke ku bi hemû partiyên Kurd têkeve nava têkiliyê hate avakirin.

Komîteyek ji 5 endamên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanî ya şaxê Rojava hate avakirin. Endamên Komîteyê ev in: Endamê Meclisa Rûspiyên Dêrikê Şêx Sînan Ehmed, Serokê Yekîtiya Nivîskarên Sûriyê Dilawer Zengî, endamê Desteya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanî Ebdulkerîm Umer, Derya Remadan û doktorê şûnwar û mamosteyê zanîngeha Rojava Silêman Ilyas.

Girêdayî mijarê endamê Desteya Rêveber a Kongireya Neteweyî ya Kurdistanê Ebdulkerîm Umer diyar kir  ku armanca sereke ya insiyatîfa kongrieyê, avakirina yekîtiya Kurd li herêmêye da ku rê li ber xeteriyên li dijî gelê Kurd li herêmê bên girtin.

Tê payîn ku komîteyê encamên civînê bi daxuyaniyekê ji raya giştî re sibe Çarşemê eşkere bike.

ANHA

 

Back to top button