ÇalakîManşêtNûçe

Çalakiya Mertalên Zindî ya li Serêkaniyê bi dawî bû   

Çalakiya Konê Mertalên Zindî ya Serêkanuyê hatibû dayîn ku 19 roj in didome, bi daxuyaniyekê bi dawî bû.

Li dijî gef û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di 8’ê Tebaxê de bi pêşengtiya Kongreya Star û Partiya Yekîtiya Demokratîk, çalakiya konê mertalê zindî, hat destpêkirin.

daxuyanî ji aliyê Endama Komîteya Amedekar a Çalakiyê Sebah Osman ve hat xwendin.

Sebah şer û qeyrana 8 sal in li Sûriyeyê berdewam e wiha anî ziman: “Gelê herêmê para xwe ji şerê heyî girtin û gelek caran jî jin û zarok bûn qurbanên tifaqên dijminan ku hiştine heya niha qeyrana li Sûriyeyê dewam bike. Cebhet El-Nusra û DAIŞ li gel dewleta tirk Sûriyê kirin qada tevliheviyê. Têkbirina DAIŞ’ê kîna Erdogan li hember gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kiriye. Lewra ev gef hêzê dide gelek aliyên ku dixwazin ewlehiya herêmê têk bibin. Em wek gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li hemû sazî û dezgehên ku parastina mafê mirovan dikin li hember gefan bêdeng nemînin. Em ne teror in, em in yên ku terora DAIŞ û Cehbet-El-Nusra têk birine. Em ê bi şev û roj li ber xwe bidin û nahêlin dewleta tirk buhistekê ji xaka me dagir bike.”

Daxuyanî bi dirûşma “Bijî jiyana hevbeş” û “Na ji dagirkeriyê re” bi dawî bû.

 

Back to top button