ManşêtNûçe

Jinên bajarê Qamişlo: Ji bo ewlehiya welat û jiyana xwe em bêdeng namînin

Rêxistina Sara ya li Dijî Tundiya li ser jinê gefên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Daxuyanî li taxa Xerbî ya Qamişlo hat dayin.

Li ser navê Rêxistina Sara, Muna Ebd El-Selam daxuyanî xwend.

‘Şer felaketa mezin ali ser mirovahiyê ye’

Muna diyar kir ku ew ê her dem parastina jinan bikin û wiha domand: “Ewlehî û aştî yek ji armancê herî sereke yê gelan e. Ji bo garantiya jiyaneke bi rûmet û bê tundî pêdivî bi yekgirtina jinan heye. Şer felaketa herî mezin a li ser tevahî mirovatiyê ye. Jin û zarok qurbanên herî mezin ên van pevçûnan in. Ji ber di rewşên şer de ew rastî her cureyên binpêkirin, kuştin, tecawiz, koçberî û penaberiyê tên. Ev hemû jî rengê êşa jina Sûriyeyê ye, ku  ji berê heta niha êş û bandora şerê heyî dikşîne.”

‘Divê em xwe ji her talûkeyê biparêzin’

Muna bi lêv kir ku jinên Sûriyeyê bi hêza YPJ’ê bawer kirine û wiha pêde çû: “Di serî de jin hemû gelên Bakur û Rojhilatê Suriyê bi saya YPG/YPJ û QSD’ê karî xwe ji bandora şer dûr bixe û jiyanek hevbeş di navbera pêkhateyên xwe de ava bike. Ewlehiya sînorên welatê xwe jî bi dewletên cîran re diparêzin.  Divê em xwe ji her talûkeyê biparêzin. Ji dewletên cîran Tirkiye vê pêşketina li welatê me napejirîne û timî gefan duxwe. Ji bo derbasbûna herêmên ewle û tehdîdên gurkirina şer dide. Tecrûbeya Efrîn mînaka herî ber bi çav e û em jinên Rojava jî li gorî ew pêvajo dubare nebe amadekariyên xwe dikin. Binpêkirinên li Efrînê tên dîtin, taybet ser jina bi  rengê herî hovane ji dema dagirkirina Turkiye heta niha berdewam e.”

‘Gefên li derve nikarin çavên me bitirsînin’

Muna destnîşan kir ku weke jin ew ê li hember gefan bê deng nemînin û wiha dom kir: “Em jin ji bo ewlehiya welat û jiyana xwe bêdeng namînin. Ji bo parastina welatê xwe hewce ye hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi baldarî tev bigerin. Em wek rêxstinên jin yên herêmê berpirsiyariya me ya parastina welat û zarokên me heye. Gefên li derve nikarin çavên me bitirsîne. Li kêleka piştgiriya tekoşîna jinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku gelek deskeftî hatine bidestxistin, em jin erkê me yê parastina van tevan heye. Divê em bi vê erk û berpirsiyariyê tev bigerin û parastinê bikin.”

 

Back to top button