ÇalakîManşêt

Biryarên ku ji kongreya duyemîn derketine

Endamên kongreya duyemîn ya Mclisa jin di Partiya Yekîtiya Demokratîk ya li navenda Aram Dîkran hatiya li dar xistin, li ser biryarên ku derket ji kongreyê erê kir.

Biryar ev in:

-Têkoşîn bikin ji bo azadiya rêber Apo.

-Yekemîn karê tekoşînê rizgarkirina herêmên dagirgirkiî bi hemû şêwayên çi Dîblomasî yan jî Rêxistinî.

-Piştgiriya li dar xistina kongreya Niştimaî Kurdistanî ya jinê.

-Kar bikin li ser demokrasiya Sûriya û çareserkirina alozoya wê.

-Li dar xistina konferansên jin li hemû bajarên Eworopî ji bo amadekirina kongreyê şeşemîn ya rêxistina jin li wir.

-Piştgiriya jina ciwan bi rêxistina wê û xurtkirina komîteyên wê.

-Kar bikin li ser perwerdeya kadroyê partîtî, belav kirina hişmebdiyên siyasî di nav refên jinan ji bo têkbirina meknîzmeyên şerê taybet, û bighêjin hemû jinan di nav civakê de bi armanca rêxistina wê.

-Kar bikin li ser pêşketina Diblomasiya civakî, xurtkirina têkiliyan bi partiyan û rêxistinê jian li Sûriya û derveyî wê.

-Domandina hemleya (dest ji kuştna jina berdin) ya ku ji meclisa me destpêkir ya ku wê bi hemû çalakiyan ji li dar xistina civînan bi şêwayê semîneran û hwd.

-Li dar xistina kingreyên taybet li herêmên dagirkerî û kiryarên ku jinan hedgf digrin ji bo eşkere kirina siyasetên dewleta Tirk û çeteyên wê.

-Ji bo xurtkirina karê rêxistinî perwerdeyên taybetî jin bibin.

-Ji bo guhertina zihniyeta Baviksalarî û belav kirina fikra demokratîk û fêrkirina wan wê perwerde bi şêwayên semîneran ji bo endamên parityê yên mêr.

Back to top button