Kongreyê duyemîn ya Meclisa Jin ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD ku di bin drûşmeya ” Bi rêxistinbûn û pêşengtiya jina azad em ê dagirkeriyê têk bibin û Rêveberiya Xweser ji bo misogerkirina Sûriyeke demokratîk mayînde bikin” li ser mekenîzmeya karê meclisa jin û biryarên jê derket erê kir.
Piştî hilbijartina dyoana kongreyê ya ji Eyşe Hiso, Narvîn Xebat, Îlham Mihemed û Bêrîvan Hesen pêk hat, persektîfên rêberî hat xwendin, rapora meclsa jin ji du salan, paşê mekenîmeya karê meclisa jin hat xwendin û bendên wê hat nîqaşkirin ji aliyê beşdaran.