ÇalakîManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Bi berxwedaniya xwe emê tecrîdê bişkînin

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Dersim Dag jî di nav de 5 endamên  HDP`ê bi armanca rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin. Koma HDP’iyan jî li çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven, girtîgehan, Hewlêr, Strasbuorg û deverên din ên Ewrûpayê zêde bû. Dersim Dag, endamên HDP’ê Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer têkildarî greva birçîbûnê ku li Salona Konferansê ya Vedat Aydin a HDP`ê ya Amedê hat destpêkirin  û daxuyanyek ji raya giştî re dan.

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehemt Arslan, Parlamenterên HDP’ê yê Semra Guzel, Remziye Tosun, Salîha Aydenîz, Musa Farisogullari, Selçuk Mizrakli û Musa Piroglu û gelek kes jî beşdarî xwendina daxuyaniyê bûn.

‘Li dijî tecrîda AKP’ê dengê xwe bilind bikin’

Di daxuyaniyê de Hevserokê DBP’ê Mehmet Arslan bal kişand ser greva birçîbûnê ya Leyla Guven û hemû çalakgerên din û got: “Tecrîda li dijî mirovahiyê ya li ser Birêz Ocalan 20 salin dewam dike. Ji bo Tirkiye rêgezên yasayên xwe pêk bîne beden û canê xwe dane ber mirinê. Ji bo rakirina tecrîdê têdikoşin. Tecrîd bi Birêz Ocalan ve tenê sînorkirî nehatiye mayîn. Tecrîd li her deverê belav bûye. Dest didin sebra kurdan. Hemû gelên Tirkiyeyê şahid in û divê her kes li dijî tecrîdê bêdeng nemîne. Ji bo ji siyasetê kurdan tsfiye bikin, ji sala 2015’an li dijî hemû gelên Tirkiyeyê û aştiya Tirkiyeyê tecrîda girankirî pêk tê. Yasayên xwe jî binpê kirin e. Li hember daxwazê ker, kor û lal mane. Werin em li dijî tecrîda li dijî mirovahiyê ya AKP’ê dengê xwe bilind bikin.”

Dag: Wê berxwedan bigîhîje armanca xwe

Parlamentera HDP’ê Dersim Dag a ku dest bi greva birçîbûnê kir axivî û wiha got: “Em di destpêkê de berxwedana Leyla Guven û hemû çalakgerên li derve û li zîndanan silav dikin. Di şexsê Leyla Guven de berxwedanek hat destpêkirin. Daxwaza milyonan bi pêşengiya berxwedana Leyla Guven hat destpêkirin. Her roja ku diçe berbelav dibe. Li her qadê rastî bersivê tê. Ji bo em bêjin ‘Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye’ em jî dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger dikin. Berxwedan dîroka me ye. Heta ev tecrîd neyê rakirin wê ev berxwedan geşttir bibe. Çi dibe bila bibe wê ev berxwedan bigîhîje armanca xwe. Bijî berxwedana Leyla Guven û bijî berxwedana zîndanan.”

Back to top button