ÇalakîManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Berxwedana Leyla Guven roj bi roj mezintir dibe

Ji bo piştgiriya berxwedana parlamenter Leyla Guven û hevalên wê, Yekitiya Jinên Azad a Şehbayê daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya Mala Jinan a perwerdeyê li navçeya Fafîn a kantona Şehbayê hate xwendin. Di daxuyaniyê de bi dehan jinên Şehbayê ji hemû pêkhateyan beşdar bûn.

Daxuyanî ji aliyê endama Koordînasyona Yekitiya Jinên Azad a Şehbayê Zehra Kalo ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Jin bûn mînaka berxwedanê, çi qas awayên dewletên dîktator di desthilatdariya xwe de zêde bin û kiryarên asîmîlekirina der heqê gelan de bikin dê şêweyên berxwedanê bêhtir bi pêş bikevin û felsefeya “Berxwedan jiyan e” ku têkoşerên mîna Sakîne Cansiz û Fîdanan çandiye, hîna didome. Dewleta Tirk a faşîst bi serkêşiya AKP`ê nikare li pêşiya wê bisekine.”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku armanca binçavkirina bi hezaran siyasetmedarên têkoşer, di serî de siyasetmedar Leyla Guven ku ev 115 roj e di grevê de ye û ji ber tenduristiya wê hikumeta Tirk ew serbest berda, ew e ku refleksa gel dernekeve û hewldana Tirkiyê ku berxwedana li zindanan belav bûye, têk bibe.

Jinên Şehbayê bêdengiya rêxistinên navdewletî şermezar kir û wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: “Bêdengiya rêxistinên mafên mirovan li hember berxwedana têkoşer Leyla Guven û hevalên wê û rewşa wê ya tenduristî, îsbat dike ku bûne hevkarên Tirkiyê. Bi navê Yekitiya Jinên Azad a Şehbayê û bi hemû pêkhateyên wê bêdengiya bêexlaqî ya rêxistinên mafên mirovan şermezar dikin û tekez dikin ku em ê bi hemû hêza xwe piştgiriya têkoşer Leyla Guven bikin.”

ANHA

Back to top button