ManşêtNûçe

Berxwdana Leyla Guven ji bo rakirina tecrîdê di roja 195’an de ye

Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 195’an de berdewam dike. Leyla ya ku di 25’ê Çileyê de ji girtîgehê hat tahliyekirin çalakiya xwe li mala xwe ya li taxa Bagcilar a Baglarê berdewam dike. Serdanên ji bo Leylayê berdewam dikin û dorpêça polîsan a li ber mala wê jî berdewam e.

Piştî Leylayê bi heman daxwazê  li Herêma Federal a Kurdistanê çalakiya Nûnerê HDP’ê Nasir Yagiz di roja 182’yan de

Girtiyên bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan li girtîgehan ketin grevê, çalakiya xwe derbasî astek din kirin û di 30’ê nîsanê de çalakiya rojiya mirinê dan destpêkirin. Li girtîgehên wek Amed, Wan, Bakirkoy û Gebzeyê 5 jê jin bi giştî 15 girtî ketin çalakiya rojiya mirinê û çalakiya wan ket roja 22’yan.

Back to top button