Çand û HûnerManşêt

Yên nikaribin xudantî li zimanê xwe bikin nikarin xwedî li pêşeroja xwe jî derbikevin

Zimanê Kurdî yek ji zimanên herî kevnare yên cîhanê ye û lewma dijmin û dagirkerên Kurdistanê bi qedexekirin û bişaftina zimanê Kurdî dixwazin netewa Kurd tune bikin.

Ji ber ku Ziman hebûna civakê ye. Civakên ku hebûna xwe jidest didin, negengazên jiyanbûnê ne. Zimanê Kurdî, zimanek herî kevnar û bi bingehê dîrokê ye. Dîroka wê biqasî ya mirovahiyê dirêje û gelek belgeyên kevnar yên dîrokî bi vî zimanî hatine nivîsandin. Lê mixabin, gelek caran zimanê me bi qirkirina re rûbirû maye.

zimanê Kurdî bi derketina mirovahiyê re derketiye holê û bi hezaran sale xizmet û pêşengî ji zimanên cîhanê re kiriye Zimanê Kurdî, ya ku bi derketina mirovahiyê re derketî holê, kariye bi hezaran sal beriya zayînê bibe zimanê wêjeyê. Belgeyên wêjeyî, bi sedan salan bi vî zimanê hatine nivîsandin. Lewra zimanê me, hêj beriya zayînê pêşengiya wêjeyî ji wêjeya cîhanê, bi taybet ji ya Rojhilata Navîn re kiriye. Li hember hemû qirkirinan liber xwe daye û hebûna xwe domandiye. Zimanê me, di gel ku kariye hebûna xwe di gel tevahî zextan heta roja îro bidomîne jî, lê bele xeteriya li ser çand, ziman û wêjeya Kurdî hê jî weke yek ji xeteriya herî metirsîdar hebûna xwe didomîne. Dijminên me vê yeke baş dizanin ku, riya tunekirina netewekê bi tunekrina zimanê wê netewê destpê dike. Lewra ji ber vê rastiyê bi taybet di van salên dawiyê de rêbazên bi tunekirin û parçekirinê her ku diçe zêdetir dikin.

Dagirkeran bi bêpîvaniyekî faşizan li ser gelê Kurd stratejiya îmhakirina cesteyî, çandî, zimanî û civakî bi rengekî hemwext birêvê dibin. Hê jî li Kurdistanê mirovên Kurd ji ber axaftina bi zimanê dayîkê tên girtin, êşkence dibînin, rastî gelek heqaret û bêmafiyan tên û têne kuştin. Hê jî Kurdistanê xwendin, nivîsîn ankû perwerdeya zimanê dayikê qedexeye. Dibistanên bi derfetên sînordar yên gel hatî vekirin tên girtin û dagirker têne perwerdekirin. Neçar dimînin hestên xwe, keyfxweşî û aciziyên xwe bi zimanê biyanî bilêv bikin.

Lewra xwedî derketina li zimanê dayikê xwedî derketina li nasnameya netewî, çandî û siyasî ye. Divê neyê jibîrkirin yên nikaribin xudantî li zimanê xwe bikin, nikarin xwedî li pêşeroja xwe jî derbikevin. Divê bê zanîn kû parastina ziman tê wateya parastin û pêşxistina nirxên bingehîn yên civakî. Xwedî lê derketina rast û ya herî binirx jî ewe. Lewma di rojekî wiha ya pîroz de kû em cejna zimanê Kurdî pîroz dikin, bang li tevahî gelê xwe dikin, da ku bikaribin li dijî hemû cûre zordarî, li her qadekî jiyanê bibin kesên tekoşer yên zimanê Kurdî. Bila neyarên me jî baş bizanibin, ku ji bo me Kurdan zimanê me hebûna me ye û emê bi parastin û pêşxistina zimanê xwe, hebûna xwe jî biparêzîn û pêşbixînîn.

Back to top button