biraniya sebzeyan li heremên roj ava û bakur û rojhilatê sûriyê havînîne lewra sûk û bazara sebzeyan ji berhemên çotkarên herêmêne, Cotkaran dest bi jêkirin sebzeyên havînê kirin û berhemên xwe daxistin sûkên herêmê.
Ji herêmên ku herî zêde çandiniya sebzeyna lê tê kirin herêma cizîrê ye bi taybet kantona Qamişlo.
Cotkarên herêmê çandiniya sebzeyên havînê ên mîna bacanên sor û reş, xiyar, pîvaz, xirtik û îsotan dikin û berhem heta dawiya meha Hezîranê tên jêkirin.
Çandiniya sebzeyan ji çavkaniyên sereke ye a gelek şêneyên herêmê, di demên dawîde rastî gelek estengiyan hat bi taybet rewşa şer.
desteya Çandiniyê ya herêma cizîrê di demên dawîde hin brojeyê çandiniyê damizirand û derfetên heyî li pêşxist, her wiha alîkarî pêşkêşî cotkaran kir.