Gotar

Berdewamiya dîlkirina fîzîkî, ya ronakbîr Ocelan rûreşiya mirovahiya navdewletî ye.

Biradostê Mîtan

Ji 15-2 -1999z ve, piştî kompiloya qirêj a navdewletî, ronakbîr Evdelle Ocelan di dîlkirina fìzîkî de ye, li cem dagirkeriya Tirkiyê, di zindana Imralî de.

Girtina ronakbîr Ocelan dûr e ji pîvanên mirovahiyê tev, ji ber ku ew kesayetekî siyasetmedar e. Mafê rewa yê gelê Kurd û demuqratiyê dixwaze û wilo ronakbîrekî xwedî hizir û rêbaz e û hozanek û feylsofekî navdewletî ye. Lewra pêdiviya pêşketina civakan û çareseriya aloziyên wan bi rola wî ya kesayet heye û wilo pêdiviya aloziyên siyasî di herêmê û Cîhanê de heye. Bi taybet çareseriya siyasî ji doza gelê Kurd û demuqrasiyê re. Lê rêjîmên dagirker û kapîtalîzim ne ji bercewendiyên wan ên xirab in ku wan aloziyan çareser bikin. Lewra di dîlkirina vî tekoşerê bêhepa de ev (24) sal in berdewam in.

Rêber Ocelan ji 1999z ve hatiye girtin. Ji 2019 z ve dorpêçikirin lê dijwar bûye. ji 25-3-2021z tu agahî jê nehatine.

Çi qas ew stemkarên doza gelan, ên mîna rêjîma Tirkiyê û hevalbendên wê yên kapîtalîstên navdewletî di helwestên xwe yên qirêj de berdewam bin, ew bi ser nakevin û wê bin bikevin, ji ber ku rêbaza rêber Ocelan astengiyan nas nake û dîwarên zindanan bi hêz derbas dike û belav dibe û vedide û her tim dimîne Kilîta çareseriyê.

Nîşana xwedîderketina li azadiya ronakbîr Ocelan, hilmeta bi dirûşma Azadî Bo Rêber Evdele Ocelan û Çareseriya Siyasî Bo Pirsgirêka Kurd. Ji (10) heyva borî ve dest pê kiriye û berferih dibe ji Kurdistanê ber bi cîhanê ve belav dibe .Gihaye  (31) dewletî.

Ji erkê gelê Kurd e ku tevlî vê hilmetê bibe, ji ber ku ev cara yekem e ew dibe xwedî rêbazeke zanist û hozaniya feylesûfì, bi saya ronakbîr Ocelan û bi dehan pirtûkên wî, di wî warî de, çêdibin û ev cara yekem e ew dibe xwedî hozanekî feylsûf û ji wan re ji hemû feylesûfên cîhanî giringitir e. Nexasim ew gelê Kurd ber bi rizgariya xwe ve tekoşînê dike û  ber bi azadiyê ve diçe.

Erkên hemû netewa ne ku tevlî vê hilmetê bibe. Ji ber ku ew di pirojeya netewa demuqrat de, mafên xwe yên netewî bi dest dixe û wilo civak tev jî, di riya Biratiya gelan re

Bidawî: Berdewamiya dîlkirina fîzîkî ya ronakbîrekî demuqratxwaz, zana, siyasetmedar, hozan û ronakbîr, dexmeke kirêt e, di aniya Rêxistina Netewên Yekbûyî, Encûmena Ewlehiya Navdewletî, Rêxistina Mafên Mirovan a Navdewletî û mirovahiya navdewletî  tev de.

Back to top button