ManşêtNûçe

Başaran: Divê tecrîd bi dawî bi be

Berdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran der barê grevên birçîbûnê û rojiya mirinê de di civînekê  çapemeniyê de got: ku her çiqas li Îmraliyê hevdîtin pêk hatibe jî ev nayê wateya bidawîbûna tecrîdê.

Başaran bal kişand ser bêdengiya li hemberî greva birçîbûnê û rojiya mirinê û wiha domand: “Rewşa heyî her ku diçe girantir dibe. Ji 15’ê sibata sala 1999’an ve tecrîd didome û li dijî vê bi hezaran kes li ber xwe didin. Hevdîtina bi birêz Ocalan a di 2’yê gulanê de li hêlekê cihê keyfxweşiyê û li hêla din jî trajîk e. Bifikirin ku bi hezaran mirov bi mehan e li çar hêlên cîhanê di greva birçîbûnê de ne. Lê em bi hevdîtina parêzerekî keyfxweş dibin. Ev hevdîtin nayê wateya bidawîbûna tecrîdê.”

Di berdewamiyê de Başaran got êdî rewşa heyî asta krîtîk derbas kiriye û dibe ku di her kêliyê de ji girtîgehan cenaze derkevin.”

Başaran destnîşan kir  ku Li Girtîgehan rewş giran e. kiryarên dij mafê mirovan têne bi kar anîn.

Başaran, destnîşan kir ku ji bo rakirina tecrîdê 8 kesan jiyana xwe ji dest da. Başaran êrîşên li dijî dayikên girtiyan û bêdengiya çapemeniya hawîz a li dijî van êrîşan jî rexne kir. Başaran wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bêyî ku encamên neyînî rû bidin, divê hikûmet tecrîdê bi dawî bike û vê yekê mîsoger bike. Em bang li hikûmetê dikin ku li gorî makeqanûn, qanûn û peymanên navdewletî tevbigere. Divê hikûmet dev ji vî sûcê tecrîdê ku sûcê mirovahiyê ye, berde.

Back to top button