Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ji bo piştgiriya berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê bi tevlibûna bi dehan ciwanên kantona Girê Spî çalakiyek lidar xist.
Tevgera ciwanan di Çalakî ku li kolana El-Bewabe El-Qedîme, û bi beşdariya bi dehan ciwanan hate lidar xistin daxuyaniyek dan raya giştî.
Daxuyanî wiha ye;
“Wek ciwanên şoreşger ên kantona Girê Spî em ji dagirkeriya Tirk re teqez dikin ku em ê piştgiriya berxwedana grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û yên ji derve bikin. Çalakî û têkoşîna me heya pêkanîna daxwazên girtiyan dê berdewam bin.
Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yek beden e. Her êrîşek li dijî her herêmekê êrîşa li ser me hamûyan e. Em ê bi yekrêzî li dijî binpêkirinan bisekinin. Îro bi riya çalakiya xwe em ji dagirkeriya Tirk re dibêjin, ji bo rizgarkirina tevahiya xaka Sûriyê ji dagrikiriya we, em ê heya dilopa xwîna xwe ya dawî liber xwe bidin.`
Çalakî di roja xwe ya destpêkê de bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana çalakgeran bi dawî bû.
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê dê çalakiyên xwe li kantona Girê Spî di rojên pêşiya me de berdewam bike.