ManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Leyla Guven berxwedaniya xwe di roja 186’an de didomîne

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP’ê ya Culemêrgê Leyla Guven bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 8’ê Mijdara 2018’an de li Girtîgeha Amedê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir.

Leyla Guven ev 186 roj e li mala xwe ya li Amedê çalakiya xwe berdewam dike.

30 girtiyên azadiyê di çalakiya rojiya mirinê de ne

Rojiya mirinê ya 15 girtiyên li girtîgehên Bakirkoy a Stenbolê, Gebze ya Kocaelî, Wan û Amedê di roja 12`an de dewam dike. Navên 15 girtiyên di rojiya mirinê de wiha ne: Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê Nesrîn Akgul, Şukran Aydin, Zozan Çîçek, li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê Ardil Çeşme, Asli Dogan, li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê Ahmet Anigi, Ozhan Ceyhan, Vedat Ozagar, Îhsan Bulut, Erol Çelîk, li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê Engîn Akhan, Enver Durmaz, Ahmet Topkaya, A. Haluk Kaplan û Ferhat Turgay.

Her wiha pêr 15 girtiyên din jî di zindanên dewleta Tirk de 10`ê Gulanê dest bi rojiya mirinê kir. Navên girtiyên ku pêr dest bi rojiya mirinê kiriye, wiha ne: Li Girtîgeha Kandirayê Yaşar Cinbaş, Muhammed Înal, Diyadîn Akdemir û Engin Kahraman, li Girtîgeha Boluyê Îbrahîm Dogan, Ahmet Emîn Eren û Mustafa Taştan, li Girtîgeha Patnosê Senar Efe, Burhan Şik, Faysal Atak û Şefîk Kayhan, li Girtîgeha Tekirdagê ya hejmar 1 Reşat Ozdîl, li Girtîgeha Tekirdagê ya hejmar 2 Zekî Bayhan û Yilmaz Yildiz û li Girtîgeha Wanê Saît Ozturk.

Çalakiya Nasir Yagiz 173 roj li pey xwe hiştin

Li Hewlêrê berxwedana endamê HDP’ê Nasir Yagiz jî ku bi heman armancê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir, di roja 173’yan de dewam dike.

Back to top button