Serokê Komîteya Kar û Barên Derve ya Kongreya Amerîkayê Eliot Angel rexneyên tûj li dijî dewleta Tirk û serokkomarê wê Recep Tayyîp Erdogan kirin. Her wiha bi pêkanîna hemleya qirkirina etnîk li dijî Kurdên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tawanbar kir û da zanîn ku reftarên Enqereyê li herêmê, ewlehiya wê dixin xetereyeke mezin.
Girêdayî mijarê Eliot Angel wiha got: “Serokkomarê Tirkiyê Erdogan hemleya qirkirina etnîk ya xwînrijandinê li dijî Kurdên Sûriyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk aniye û niha jî penaberên Ereb û Tirkmen neçarî bicihkirina li herêmên Kurdên Sûriyê dike.”
Eliot Angel daxuyand ku kiryarên ku dewleta Tirk pêk tîne, derexlaqî, ne adil in û qanûnên mirovî yên navdewletî yên ku bang li vegera penaberan a ewle, birûmet û dilxwazî dikin, binpê dikin.
Angel wiha domand: “Tişta ku dewleta Tirk dike, nîşaneya nûnertiya rewa ya tevliheviya aramiya li herêmê ye.”
Têkildarî mijarê Angel, serok Trump der barê têkiliya wî bi Erdogan re rexne kir û bal kişand ser ku Erdogan piştgiriya belavkirina xwînrijandin û terorê li herêmê kiriye.
Angel wiha lê zêde kir: “Ne pêkan e ku li ser tiştên ku Erdogan ji qirkirina etnîk a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser Kurdên Sûriyê pêk tîne, temaşevan bin û divê piştevaniya koçberên Sûriyê û mafên wan bikin.”
Eliot Angel bang li Erdogan kir ku yekser vegerandina bicihkirina koçberan rawestîne.