ManşêtNûçe

Aliyên Bakur û Rojhilatê Sûriye:Destûra ku em tê de beşdar nebin me eleqedar nake

30 partî û rêxistinên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têlikdarî destûra bingehîn a Sûriyê ya ku îro Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) Antonîo Gueterres ragihand daxuyaniyek dan.

Daxuyanî wiha ye:

‘‘Sekreterê giştî yê NY`î Antonio Guterres di vê dawiyê de ragihand ku aliyên Sûriyê gihaştine lihevkirina avakirina komîteyekê ji bo amadekirina destûrek nû ji welêt re. Antonio Guterres ev lihevkirin wek deriyek bingehîn ê porsesa siyasî ji bo çareserkirina aloziyê hesiband. Axaftina Antonio Guterres di kongreyek çapemeniyê de li navenda NY`î hat û tê de got: ((Niha lihevkirinek di navbera tevahiya aliyan de li ser avakirina komîteyê heye. Nûnerê navneteweyî Gerr Perderson deteyên dawîn bi aliyan re girîdayî pisporiyan datîne, em hêvî dikin ku ev tişt zû pêk were)).”

Ev axaftin piştî ku Tirkiyê, Rûsya û Îranê di lûtkeya sêalî de ya ku roja Duşema borî li Enqereyê li dar ketiye, biryar dan ku komîteya destûrî dest bi karê xwe di zûtirîn dem de bike, hat. Ev tê wateya ku aliyên ku gihaştinê vê nêrînê ne aliyên sûrî ne lê belê aliyên tirk, rûs û îranî ne. Hewl  didin çarseriyek siyasî li gorî berjewendiyên xwe li Sûriyê bibînin. Ne ku li ser bingeha armanc û daxwazên gelê Sûiyê.

Aliyeke Sûriyê yê sereke heye. Di Sûriye giştî de girîng e. Her wiha jî di çareseriya alozî û nivîsandina destûra wê ya pêşerojê de ku divê demokratîkeke giştî û nûnertiya tevahî pêkhate û gelên Sûriyê bike, girîntirîn e. Ev alî jî, hêzên siyasî ya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya bi nûnertiya Rêveberiya Xweser a Demokratîk û Meclisa Sûriye Demokratîk(MSD) ye. Lê belê ev alî ji berşdariya formkirin û nivîsandian destûra Sûriyê hatiye bidûrxistin. Hat misogerkirin kur komîteya ku hatiya avakirin, nûnertiya tevahî aliyên Sûriyê nake. Lê tenê hin aliyên ku ji hêla dewletên Astanayê ve hatine diyarkirin in. Ev jî li gor biryarên NY’yê û hewldana çareseriya siyasî ya bi biryara 2254 derqanûnî ne. Bi wê re jî dê encamên vê komîteyê neyênî bin û dê aloziyê hê kûrtir û girêkoktir bike.

Em hêz û rêxistinên siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di demekê de ku em teqezî li ser girîngiya çareseriya siyasî ji bo aloziya Sûriyê dikin em dîsa diyar dikin bêyî diyalogên sûrî-sûrî ya aktîv û cidî ya bi armanca beşdariya tevahî aliyên Sûriyê çareserî ne pêkan e. Bê beşdariya van hêzan, dê Sûriye bibe pêlek û pêlîstoka berjewendiyên navdewletî û berjewendiyên gelê Sûriyê bên paşguhkirin. Ev destûr dê kêm, rizî û dûrî hêviyên gelê Sûriyê û tevahî pêkhate û xewnên wê yên azadî û guhartinê be. Heke destûrek ji xebatên vê komîteyê bi der bikevin, pê itîraf nakin. Ji ber ku nûnertiya tevahî sûriyan nake. Li ser vî esasî em daxwazên xwe ji NY’ê dikin ku pêwîst e nûnertiya me di danûstandinên Sûriyê û tevahî komîteyên pêwendîdar de hebe‘‘.

Partî û rêxistinên ku daxuyanî dane ev in:

1-Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD).

2-Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê.

3-Partiya Lîberal a Kurdistanê.

4-Partiya Komunist a Kurdistanê.

5-Partiya Demokratîk a Kurdistanê- Sûriyê.

6-Kombûna Niştimanî ya Kurdistanê.

7-Partiya Guhertin a Demokratîk a Kurdistanê.

8-Partiya Nûjen a Kurdistanê.

9-Partiya Kedkarên Kurdistanê.

10-Partiya Kesk a Kurdistanê.

11-Partiya Demokratîk a Kurd a Sûriyê.

12-Partiya Çepgir a Demokratîk a Kurd li Sûriyê.

13-Partiya Rêkeftin a Demokratîk a Kurd li Sûriyê.

14-Partiya Çep a Kurd li Sûriyê.

15- Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê ( Yekitî).

16-Tevgera Reform – Sûriyê (Îslah).

17-Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (El-Partî)

18- Partiya Yekitiya Suryan.

19-Desteya Niştimanî ya Erebî.

20-Partiya Biratî ya Kurdistanê.

21-Tevgera Veguhestinê ya Demokratîk (Heyet El-Tensîq).

22-Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyê.

23-Partiya Nûjen û Demorkatîk a Sûriyê.

24-Yekitiya Niştimanî ya Azad- Rojava.

25-Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanê.

26-Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM).

27-Kongreya Star.

28-Partiya Mûhafizkarên Demokratîk.

29-Partiya Asûr a Demokratîk.

30-Partiya Pêşerojê ya Sûriyê.

 

Back to top button