ManşêtNûçe

Umer: Dûrxistina rêveberiya xweser ji destûra nû aloziya Sûriyê dirêjtir dike

Têkildarî destûra nû ya Sûriyê ku tê amadekirin, Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Umer axivî.

Umer balkişand ku, komîteya destûrî dê mîna komîteyên berê bê encam be û got: ” Dûrxistina Rêveberiya Xwerser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê temenê aloziya Sûriyê dirêj bike ji ber ku hêzên navdewletî û herêmî negihaştin lihevkirinan. Kurdan û Rêveberiya Xweser  a nûnerê  hemû pêkhateyên herêmê dike ku zêdetirî ji sedî 30 ji rûbera Sûriyê ji terorê rizgar kiriye hatin dûrxistin.”

Umer diyar kir ku avakirina vê komîteyê tenê ji bo qezenckirina demê hat.

Umer destnîşan kir ku wan gelek name bi navaroka; eger nûnerên Rêveberiya Xweser ji komîteya destûrî hatin dûrxistin encamên wê wan eleqedar nakin.

Umer îşaret pê kir ku di nîqaşên wan de yên bi şandeyên ku serdana herêmê dikin re, komîteya destûrî mijara sereke ya nîqaş bû û wiha domand: “Me û şandeyên serdana vir kirine çi şandeyên amerîkî yan jî brîtanî yan jî fransî yan jî almanî me teqez kir ku çareseriya aloziya Sûriyê bê tevlikirina me ne pêkan e. ”

Sedema dûrxistina Rêveberiya Xweser “Veto ya Tirkiyê ye”

Umer balkişand ku sedama dûrxistina wan ji prosesa siyasî û komîteya destûrî, vetoya tirkî ye û wiha berdewam kir: “Bi vê rêbazê alozî çareser nabe. Her destûrek nêrîna tevahiya pêkhateyên Sûriyê tê de tune be wê kêm bimîne.”

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Umer diyar kir ku ew bi diyaloga sûrî-sûrî û çareseriya aştiyane ya aloziyê re ne.

ANHA

 

Back to top button