Koçbero Tu bi kuve diçî
Canê minê biçûk li ber kenarê deryayê bû
Her dû bira bûn koçberên rêya deryayê
bûn Koçberê rêya bê veger
Te welatê bindest, mala wêran ji kîre hiştin
Koçbero, rêwîyê rêya dûr, tê kûve herî?
Ma te dixwest, li kampên penaberan li sira xwarinê bimînî?
Qey te dikarî van hemû sînoran derbas bikî?
Îlanê Kobanê koçberê Kurd te giyanê me li ber pêlan hêla
Te ev dunyaya bê wijdan ji kîre hêla
Tû çima weha çûyî, bê ken û bê girî
Kes weke te nakê Îlan
Weke zarokan hîna tû têr ne leystibûy
Tû têr ne keniyayî û hîna tû têr ne axivî bû jî
Her ewê li kêleka te bû, xwediyê potînê, ew zilamê dewletê bû
Te bi şev dişînin deryayê û bi roj bedena te bê giyan tomar dikin
Hey koçberê biçokê welatê min
tû hîn biçûk bû tû ketî çîrokên xemgîniyê
Mane Te têr kolanên Kobanê ne dîtibûn!
Te jî dizanî kû Kobanê wêran bû? Lê tû herî ma kiyê ava bikê?
Lê Îlan te Cîhan hemû wêran hêla
Tû çima çûyî, bêje min tû çima çûyî?
Qey kes nebû li wir
Yaw ma tû yê van rêyan bûy koçbero?
Qey kesî ji tere ne got neçe?
Ma kesî ji tere ne got jiyana xerîbiyê pir zore
Mirov li xerîbiyê bê romet dimîne koçbero
Li xerîbiyê Yek bi çavê baş û dido bi çavên xirab li mirovan dinêrin.
Qey çi zembê te hembû tû bê giyan bê kes li kenarê deryan bimînî
Koçbero biçûko bêje min tû çima çûy?
Çima xwediyên te tû li ber potîna tawanbarê vê mirinê hiştin?
Hey bê xwediyo ji tere negotin dostê te kîne
biçûko Xwezî min tû têr têr hembêz kiriba
bila canê min sar; û yê te germ bane
û bila min ev rihê xwe bidabe te
Da kû te bi wê bedena xwe ya biçûk ve têr leystibana û şa bûba
Helbest: Can Mirzal