Ji bo bîranîna şehîd Çekjîn û şehîd Ferhad
Abas Omer
ji bo bîranîna şehîd cekjîn û şehîd ferhad
Nizanim çawa te bişînim, yan çilo te biçînim
rêwiyek an ji gulek tu bû mina hêrsekê
Di çoçika ava min de kû tîna xwe pê bişkînim
tu rewrewk û leylanek di zevya xwenên min de
di kûraya dilê min de
di nav awirên min de
di şikefta gewrya min de
her tu ma gerînokek.
Me bêhna axê parvedikir
me bêhna xwînê parvedikir
hêjî ez dîndarê wê rojê me
an jî dîndarê wê hizkirinê me
li virbû roj derket tû ji minre bû kedek
tû bû kêferatek.
Di dergûşa xwedan de tû bû lorîkek lewma tû bû qendîlek
di masa eşqa minî dawîde tû bû sêvek
mina hezretî Îssa bi hewariyan re bû bîranînek
li vî warî min dîtin gelek te kul û derdên min pêçan
bi rêk û xaçe rêkên xwere bi can goryên xwe re
bi bêhna binefşên bedewre
li vî warî bûn rûpelek
Mam xidir û dara gûza wî jîn û zîn di pozê çiya de
nêçîra stêrkên bê kes dikin
çav nerîna çekjîn û ferhadan dikin
li Rojava nobêtên di kin li vî warî bûm mirîdek.
4/9/2013 qadên parastina rawa