Duh, Sêşemê, Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya herêma Reqayê ji bo jinên taxa El-Teyyar a bajarê Reqayê civînek li dar xist.
Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdên azadî û rûmetê destpê kir.
Piştre endama Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk Rîm Îdrîs, li geşedanên dawî yên siyasî yên li hundir û derve axivî, bi taybetî gefên Tirkiyê yên vê dawiyê yên li ser dagirkirina herêmên Sûriyê, ji ber vê yekê pêwîstî bi aktîvkirina şerê şoreşgerî yê gel heye û rola jin di vî şerî de hebe ji bo bidestxistina serkeftinê.
Tekezî li ser pêwîstiya birêxistinkirina jinan di nava partiyê de û hişyarkirina civakê da ku di hemû qadên jiyanê de xwedî roleke bi bandor be, kir.