ÇalakîManşêt

Meclisa Jin a PYD`ê dewreyeke perwerdeyê ya girtî li bajarokê Rmelan vekir

Ji bo pêşxistina mewahib û afirandina hişmendiya siyasî û exlaqî ya her endamekî û xebata ji bo belavkirina exlaq û siyaseta partiyê di nav  gelê me de, meclisa jin di partiyê de dewreyeke perwerdeyê ya girtî ji bo pêkhateya Kurd bi navê şehîd “Efzem Çiya”  vekir.

15 jin tevlî dewreya perwerdeyê ya ku dê 15 rojan bidome, piraniya dersên ku dê werin girtin li ser (giringiya perwerdeyê, neteweya demokratîk, şerê taybet, jiyana nedî, dîroka jinê, zanista jinê, dîroka Sûriye û Rojava, rastiya Rêbertiyê, şerê gel ê şoreşgerî, şêwaz û gotin).

Axaftina vekirinê ji aliyê Berdevka nivîsgeha Rêxistinî ya Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Zehra Samo ve hat pêşkêşkirin û li ser jiyana şehîd Efzem Çiya û destkeftiyên şoreşa jinê yên ku bi saya xwîna şehîdan bi dest xist hatin.

 

Back to top button