Bi diroşmeya “Riya we riya me ye..û armanca we armanca me ye” çalakiyên konê rûniştinê ya ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûrî û Yekîtiya Jinên Jiwan ve li bajarê Dirikê hate li dar xistin, berdewam e, ji bo şermezarkirina xiyaneta PDK’ê û alîgiriya wê ya bi dagirkeriya Tirkiyê di êrîşên li ser herêmên parastina rewa li Başûr û ji bo piştgiriya berxwedana şervanên Hêzên Parastina Gel.
Konê rûniştinê bi wêneyên rêber Apo û şehîdan û pankartên “Dema dema Girîlatiyê ye” hatibû xemlandin.
Beşdarên konê rûniştinê diya kirin ku pêwîsta gelê Kurd bêngava berxweda û têkoşînê bilin bike û li dijî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê piştgirî bidin hêzên Girîla, û destnîşan kirin ky hêza yekane ya ku nûnertiya wan dike Girîla ye.
Hêjayî gotinê ye ku çalakiyên konê rûniştinê bi çalakiya rûniştinê ya endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûrî, Yekîtiya Jinên Ciwan û dewreya şêniyên kanton Hesekê wê heta 25’ê Gulanê bidome.