ManşêtNûçe

NY’ê: Pêdiviya Sûriyê bi çareseriya siyasî û alîkariyên mirovî heye

Berdevkê fermî yê Sekreterê Giştî yê NY’yê Stephane Dujarric têkildarî gefên serokkomarê dewleta Tirk a dagirker ên êrişên nû li ser herêmên Sûriyê got, “Em parastina yekitiya xaka Sûriyê dikin. Pêdiviya Sûriyê bi tu êrişên leşkerî tune ye. Pêdiviya Sûriyê bi çareseriya siyasî û gelek alîkariyên mirovî heye. Em ji bo van her du mijaran dixebitin.”

Serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Teyyîp Erdogan beriya çend rojan gefên êrişên nû li ser herêmên Sûriyê xwaribûn.

ANHA

Back to top button