Îro 18’ê Mijdarê, şandek ji Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê li herêma Firatê, serdana nivîsgeha Partiya Demokrat a Kudrî “Partî”, ji bo bi boneya lidarxistina konferansa wan a diwazdemîn pîroz bikin.
Şandeya partiya me lidarxistina konferansa Partiya Demokrat a Kurdî “Partî” pîroz kir, ku di vê rewşa hestiyar de, di dema ku herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê di bin gefa dagirkeriya Tirk a faşîst de ne, hat li dar xistin.
Şandeya partiya me tekez kirk u divê em destkeftiyên Rêveberiya Xweser biparêzin û li dora saziyên xwe û hêzên leşkerî ya ku Hêzên Sûriya Demokrat nûnertiya wê dike bicivin, da ku li hember komployên derve û gefên dewleta tirk bisekinin.