ÇalakîJinManşêtPYD

Meclisa Jin ya nûnertiya PYD civînek li kampa “Barîka” li Silêmaniyê li dar xist

Bi boneya roja cîhanê ya tundiya li dijî jinê Meclisa Jin ya nûnertiya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD li herêma Kurdistanê bi kordînasyona Kongreya Star civîneke girseyî ji kurdên Rojava yên kampa “Barîka” li Slêmaniyê li dar xist.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir ji bo giyanê şehîdên ku canê xwe feda kirin ji bo azadiya Kurdistanê, piştre nûnera Kongreya Star li herêma Kurdistanê “Lîman Şiwêş” li ser giringiya roja 25’an roja navdewletî ya li hember tundiya li dijî jinê, ya ku hat diyar kirin ji hêla komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî, û weke bîranîn li ser kuştina her 3 xûşkan axivî, her wiha îşaret kir ku ev rojê tê bibîr anîn her sal li tevahiya cîhanê, wekî din banga rêxistina jinê bi xwe kir ji bo karibe tevahiya mafên xwe bidest bixe.

Back to top button