Çavkaniyên ji hundirê Efrînê daxuyand ku çeteyên Polîsên Leşkerî û Muetesim Billah bi ser gundê Memila yê navçeya Reco de bi 15 erebeyên leşkerî girtin û nêzî 10 sivîlan ji gund revandin.
Li gorî çavkanî, çeteyên tevahî rêyên ber bi gund ve girtin û dest bi revandina bêserûber a bi buhaneyên derew kir.
Navên hin revandiyan wiha ne; Mistefa Mihemed Zîbar, Fewzî Hisên Osman, Ehmed Hisên Hemkilîno, Ehmed Heyder Cafer, Mistefa Şewqî û Fewzî Murad Cafer ku di kêmî hefteyekê de du car in tê revandin.
Çavkanî teqez kir ku çeteyan şêniyan revandî ber bi cihekî ne diyar ve birîn.
ANHA