ÇalakîManşêt

Şandek ji Partiya Yekîtiya Suryanî serdana Meclisa Jin a PYD kir

Şandek ji Partiya Yekîtiya Suryanî îro 14’ê Cotmehê, serdana navenda Partiya Yekîtuta Demokratîk PYD’ê li Qamişlo kir, da ku bi Meclisa Jin a partiyê li ser pêşketinên siyasî yên dawî û çawaniya pêşxistina jin ji xwe re di hemû warên civakê, nîqaş kirin.

Şande ji “Faya Hebîb Erdîş” hevseroka Partiya Yekîtiya Suryanî beşê Qbrê Hiyorî, “Nûra Hena” hevseroka partiyê ya beşê Qamişlo, û “Ebîr Êliya” berpisyara buroya jin di desteya rêveber a partiyê, pêk hat.

Her wiha di pêşwaziya wan de “Zehra Simo” berdevka bi navê meclisa jin ya Partiya Yekîtiya Demokratîk û “Erîfa Bekir” endama di buroya têkiliyan a meclisa jin di partiyê de.

Nîqaş li ser rewşa siyasî li herêmê bi giştî û herêmên bakur û rojhilatê Sûrî bi taybet, û pêwistiya teşwîqkirina saziyên Rêveberiya Xweser ji bo çalakkirina rola jinê û pêşxistina wê.

Her du aliyan tekezî li ser girîngiya hevsengî û hevkarî bi awayekî mezintir di navbera hemû partiyên siyasî yên ku di bin siya Rêveberiya Xweser kar dikin, her wiha domandina hevdîtinên bi awayekî dewrî.

Her du aliyan piştrast kirin ku pêşketina jinê bi saya pirojeya Netewa Demokrat bû, ya ku her dem hewil dide parastina mafên jinê bike.

Hêjayî gotinê ye; Partiya Yekîtiya Suryanî di sala 2005’an de hat damezrandin, ku li ser perwerdekirina jina Suryanî Aşûrî xebat dike, û xurtkirina wê ji bo bigihêje asta siyasî ya goncaw.

 

Back to top button