NivîskarNûçe

34 mehin agahî ji Rêbertî nîne: Serlêdana hevdîtinê hate kirin

Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de ye û 34 meh in agahî jê nayê wergirtin, birayê wî Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji bo dîtina girtiyên din ên li Îmraliyê Alî Konar birayê Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn xwişka Veysî Aktaş jî serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Mafê hevdîtinê yê Rêbertî û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê, bi hinceta ‘cezayên dîsîplînê’ tê astengkirin. Dadgerî nûmareya dosyayê ya li ser cezayê dîsîplînê eşkere nake.

Back to top button