DaxuyanîManşêt

Daxuyanî ji bo raya giştî

Teqînên terorîstan ku li bajarê kerman ya îranî sivîlên ku beşdarî merasîma bîranîna rêberê Îranî bûbûn kirin armanc û di teqînê de bi hezaran sivîl bûn qurbanî yê di nava de jin û zarok hebûn. Em dibînin ku ev awayê ku hêzên terorîst yên ku dijminatiya mirovahiyê dikin û yên li pişt wan bi terorkirina civak û mirovên bêguneh re mijûl dibin da ku bigihîjin armancên xwe yên siyasî.

Em di Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de vî karê terorîstî şermezar dikin ku tê de bi hezaran mirovên bêguneh bûn qurbanî, em bang li raya giştî ya cîhanê û navneteweyî dikin ku rê li ber van hêzan bigrin ku hîna jî rêxistinên terorê bi kar tînin ji bo pêkanîna armanc û daxwazên xwe, em li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vê êşê dikşînin, her wiha êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê berdewam e, bingehek ji bo aktîvkirin û ji nû ve birêxistinkirina van koman diafirîne, em careke din tekez dikin ku heta aliyên ku van komên terorîst hembêz bikin û bikar bînin, dawî li van sûcan nayê.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD

2024-1-5

Back to top button