Wezîrê parastinê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Lloyd Austin îro diyar kir û got ku dê welatê wî piştgiriya hevalbendên li Rojhilata Navîn ji bo parastina ewlehiya wê bidomînin.
Her wiha piştrast kir ku têkoşîna li dijî terorê û parastina rêyên keştiyan ji girîngiya ewlehiya herêmê ne.
Lloyd Austin got: “Eger were xwestin em ê hêzên xwe yên li Rojhilata Navîn zêde bikin û pabendiya me bi hevalbendên li Rojhilata Navîn re berdewam e û nayê guhertin.”
Lloyd Austin di Foruma Diyalogê ya li paytexta Behreynê Manamayê de got: “Pabendbûna me bi ewlehiya Rojhilata Navîn xurt e û em ji bo bihêzkirina xeta li dijî Îranê dixebitin.”
ANHA