Hakan Seveneling destek da kampanyaya Meclisa Medya Dîjîtal a Kurdistanê ya derxistina Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê ji “lîsteya terorê” ku dê 26’ê Mijdarê dest pê bike.
Endamê Partiya Çepgir û a Swîsreyê Hakan Seveneling wiha dibêje di peyama xwe de:
“Li Swîsre, cîhanê û li her dera Ewropayê gelê Kurd ji ber vê lîsteya terorê tê terorîzekirin. Lewma divê PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ bê derxistin. Piştî derxistina PKK’ê, ne Tirkiye û ne jî dewleteke din nikaribe di vî warî de ji xwe re rewabûnê peyda bike. Bi ya min derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê dê siberojê zêdetir xizmetê ji aştiyê re bike û dê jiyaneke aştiyane bê mayîndekirin. Ji ber ku Partiya Çepgir di nava kampanyayeke wiha de cih digire, ez gelekî kêfxweş im. Divê PKK demildest ji lîsteya terorê were derxistin û vê lîsteyê biavêjin sergoya dîrokê.”
ANHA