ManşêtNûçe

​​​​​​​TEV-DEM: Meşaleya agir a pîroz, nîşaneya serkeftina îradeya civakên azad e 

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi boneya Newrozê peyamek weşand.

Peyama TEV-DEM’ê wiha ye:

“Bi rihê serkeftina berxwedana Pêngava Gurzê Gelan, em cejna Newrozê li tevahî gelê xwe yê li Kurdistanê, tevahî gelên Mezopotamya, tevahî pêkhateyên herêmê, malbatên şehîdên azadiyê, tevahî girtiyên siyasî, şervanên li eniyên rûmetê, YPJ, YPG û QSD’ê pîroz dikin.

Gelê me yê Kurd û tevahî gelên herêmê îsal 50 saliya zêrîn a Newroza Rêber Abdullah Ocalan pîroz dike.  Bi saya fedakarî û berxwedana ku gelê me li gelemperiya Kurdistanê û cîhanê, li çiyan, zindanan, bajaran û qadan a li hember zulma dagirkeran, vîna gelan bi serketina dawî tacîdar dibe.

Newroz roja nû, ji cejnên herî kevn ên neteweyî di dîrokî de ye û xwedî mîrateyeke dîrokî ya demdirêj a berxwedan û têkoşînê ye. Her wiha rastiya hevgirtin û yekitiya hemû çandên civakî yên li Mezopotamya li hember dîktator û zalimên herî hov ên wê serdemê de îfade dike ku hewl dan gelan qir bikin, nasnameya wan ji holê rakin û çanda wan înkar bikin. Lê îradeya civakê bi ser ket.

Ji bo tevahî gelên Mezopotamyayê meşaleya agir a pîroz, nîşaneya serkeftina rasteqîn a îradeya civakên azad e. Ev meşala heta serdema me ya heyî vêketî ye, ji ber ku rêya azadî û edaleta civakî ronî dike û bûye nirxek ji nirxên civaka exlaqî, neteweyî û vejîna çanda berxwedan jiyan e ku dawî li zulm û koletî û dagirkeriyê tîne.

Bi rihê Newroza 2022 û pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ em Newroza îsal bikin Newroza azadiya Rêber APO, tevahî girtiyên siyasî, azadiya vîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rizgarkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û tevahî herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine dagirkirin.

Em careke din Newroza nû pîroz dikin û bang li gelê me yê Kurdistanê û tevahî gelên herêmê dikin ku bi berpirsyariya mezin, bi serbilindahiya serkeftin û destkeftiyên berxwedana Gurzê Gelan beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bibin.”

ANHA

Back to top button