DaxuyanîManşêt

Newroz berxwedana li dijî zilm û mêtingeriyê û bilindkirina azadiyê ye

Newroz roja nûye, ya ku li ser gelê Mezopotamiya hat ku wan ji zilmê xelas kir li ser destê Kawa sala 612 berî zayînê hîn jî tê dûbarae kirin heta roja me ya îro, ji her serdemekê Kawayê wê hebû, lê rêbazê zilm û koletiyê cuda bû, weke ku rêbazê berxwedan û azaiyê cuda bû li cem Kawa û gelê wî. Tevî vê jî Newroz ma bi hemû wateyên wê ji berxwedan, zilm û azadiyê di bîra gelên Rojhilata Navîn ku her sal pîroz dikin.

Newroz sembola berxwedana koletiyê bû di serdema koletiyê, û riyek ji berxwedana karkeran bû li dijî îstîsmara feodalîzmê, paşê bû mînaka berxwedana çîna karker a li dijî bûrjûwaziyê, heta ku bû sembola ji berxwedana li dijî dagirkeriyê û îstsmara modernetiya a kapitalist, û hîn jî berxwedan berdewam e di şexsê Tevgera Azadiya Kurdistan. Ev tevgera ku tovê wê di Newroza 1973’an de ji aliyê rêberê wê Ocalan ve hatiye çandin, ew mezin bûye û hişk bûye û bûye şerekî li hember dijminên gelan û kedkarên koledarî û îstismarkirina wan. Rêberê gelan Ocalan bi projeya neteweya demokratîk ku ruhê berxwedanê yê gelan li dijî dîktatoriyên faşîst zindî kiriye Newrozeke nû diyarî herêmê kiriye.

Weke ku Newroz tê wateya vegera ruh ji xwezayê ji nûve, bû ruhê berxwedanê li dijî zilmê û ji nûkirina hêviyên azadiyê, û azadkirina ji qeydan ya ku yekdestdarên desthilatdarî û dewlemendiyê li ser gelan ferz dikin, Yanî her sal bi vê boneyê li dijî hêzên mêtînger serî hildidin. Hin ji kur û keçên gelê Kurd laşê xwe kirin meşaleya Newrozê û hin ji wan jî li dijî hêzên xerab re şer kirin heta ku şehîd ketin û bû sembola berxwedana Newrozê.

Ji ber vê yekê Newroz di dilê hêzên mêtinkar û zalim de bûye rojek tirsê, gelê Kurd li çar parçeyan di roja Newrozê de bi xwîna bi sedan kurên xwe, dilsoziya xwe ya ji bo azadiya welatê xwe diyar kir.

Newroza 2022’yan di rewşên nedîtî yên aloz û tevlehev di siyasetên cîhanî û herêmî, û berxwedana gelê Kurd û hişyariya gel bi giştî li Rojhilata navîn arka pêşeng a meşa demokrat li herêmê li ser milê tevgera azadiya Kurdistan avêt, û çareseriya doza Kurd û azadiya wan ji her demî nêzîktir e, ji ber ku hêz û enerjiya gelê Kurd û welatê wan yê Kurdistanê bû beşek ji hevkêşiyên ku aramiyê li herêmê pêk tîne.

Meclisa Giştî di Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD bi boneya Newroza 2022’yan ji gelê Kurd li her çar pareyên kurdistanê û ji hemû gelê bi Newrozê pîroz dikin, pîrozbahoyên herî germ pêşkêş dikin, û soza xwe ji şehîdên Newrozê û şehîdên azadiyê li ser şopa wan bimeşin heta bidestxistina armancên wan yê ku ji bo wê bûn qurban, û heta ku biratiya gelan, azadiya wan û jiyana hevbeş bi vîna wan a azad re, di çarçoveya rêgezên neteweya demokratîk de li seranserî Sûriyê û li herêmê jî bi awayekî xurt pêk were, nû dikin, û çawa ku em berê jî bi soza xwe ve girêdayî bûn, em ê jî li ser nêzîkatiyên şehîdên xwe û daxwazên gelê xwe heta ku bibin rastî em ê xwedî li soza xwe derkevin.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD

2022-3-19

Back to top button