ManşêtNûçe

 pêngava Kongreya Star: Tu hêz nikare vîna me bişikîne

Di çarçoveya rêze çalakiyên pêngava Kongra Starê ya bi dirûşma ‘Ax û rûmeta xwe biparêze DAIŞ û dagirkerî têk bibe’, jinên ciwan a taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê, meşek bi meşaleyî lidar xistin. Meş ji pêşiya navenda Yekitiya Ciwanên Şoreşger dest pê kir û heta taxa Rojhilat berdewam kir. Bi sedan jinên sazî û dezgehên sîvîl tev li meşê bûn.

Piştî meşê li ser nave Jinên Ciwan a Helebê Bêrîvan Hanan axivî û da zanîn ku ew wek jinên ciwan piştgiriyê didin hemleya Kongreya Star û wiha got: “Em îro bi ruhê ciwanan rabûne û piştgiriya hemleya Kongreya Starê dikin. Em li ser felsefeya Rêber Apo hatine perwerde kirin. Dijimin bi hêsanê nikarê deskeftiyên me ji destê me bigire, ev ax bi xwîna bi hezaran lehengan hatiye avdan. Çi êrîş li ser me were jî em ê bi ruhê yekbûyînê van êrîşan vala derbixînin. Heta em serkeftinê misoger nekin em ê herdem li ser pêya bin. Tu hêz nikare vîna me bişikîne.”

Her wiha di heman çarcveyêde  Jinên Ciwan a Girê Spî gotin li hember her cûreyên dagirkeriyê ew ê li berxwe bidin û diyar kirin ku “Heya binpêkirinên dagirkeriyê hebe wê pêngava me jî berdewam be.” “Em jî berxwedêrên li dijî dagirkeriyê ne. Em ê bênavber bixebitin da ku tevahiya jinan ji çewisandinê rizgar bikin. Wek jinên Kongreya Star me di 8`ê meha borî de ragihand ku em dest bi hemleya xwe li dijî dagirkeriyê û çeteyan bi dirûşmeya` Ax û rûmeta xwe biparêze, dagirkerî û DAIŞ`ê tune bike` da destpêkirin. Da ku ji cîhanê re bidin diyarkirin ku em dikarin li hember her mitîngerekî ku hewl dide axa me dagir bike bisekinin.”

Di çarçoveya hemleyê de gelek meş, pêşendana sînevizyonan û li darxistina civînan ji gel re  hatin orgenîzekirin. Her wiha daxuyanî ji hemû saziyên jin hatin dayîn.

Back to top button