HevpeyvînManşêt

Em soza xwe dûbare dikin …asta têkûşînê mezintir dikin

Bi buneya nêzîkbuna salvegera damezirandina Partiya Yekîtiya Demokratîk  PYD ku dikeve sala Şazdemîn ya damezrandinê, ronjameya Yekîtiya Demokratêk  hevdîtinek bi Endama mclisa giştî ya partiya PYD Sebah Osman her wiha endamê meclisa giştî ya partiyê re Ebdul Hadî Ehmed re bêk anî.

Yek ser em bicin naveroka hevdîtinê:

Sebah Osman li ser rola jinê û xebatên wê di hundirê Partiya Yekîtiya Demokrat axivî û çawa ku vê partiyê derfetên mezin da jinê heta ku bighêje astek bilind û kribe xwe bi rêve bibe û berxwedaniya wê ji bo pîşketina partiyê.

Osaman wiha dest  bi axaftinên xwe kir: weke tê zanîn Partiya Yekîtiya Demokratîk sala 2003’yan  de hate damzirandin gelê me di wê demê de di  jiyanek dijwar de ji aliyê Rêcîma Bees jiyan dikir,  gihabûn astek ji pişaftinê yan jî asteke ku nikarîbûn bersiva xwe bidin hemberî dijmnên xwe ji ber ku di bin zilme û hişmendiya sîstema Bees  de bûn û ji aliyê ziman û çand wan her dem têk dibirin wiha jiyan dikirin gelê Roj Ava , ji ber vê zilm û hilandina gel a ku tê de jiyan dikirin bi bêdengî Partiya Yekêtiya Demokratîk hat avakirin bi riya heval Şîlan Kobanê û rê hevalên wê. Osman wiha axaftinên xwe domand û got ku aramnca wan a bingehîn ku Partiya Yekîtiya Demokratîk vê projeyê derxînin pêş di Rojavayê Kurdistanê ji ber ku ev partî partiyek siyasî civakî ye karibe civakek siyasî Exlaqî û karibe civakek siyasî Exlaqî û e asî ye derxînin pêş di Rojavayê Kurdistanê  demokrasî ava bike, li ser vî esasî ev partî hat avakirin. Sebah Osman wiha pê de çû û got ji destpêka avakirina PYD’ê û heta roja me yî îro weke em dibînin çawa jin têkoşîna xwe di vê partiyê diyar dike û pêşengtiyê dike heta roja îro jî, weke ku me dît evqas deskeftî û pêşketin û xebatên ku jin pê rabû heta ku giha vê asta ku tê de jiyan dike û tevî ew jiyana zehmet ku tê de jiyan dikir û tevî kêmbûna derfetan û asta îdîyolojî lê ku jinê rola xweyî têkûşînê û berxwedanê  perdewam kir û karên xwe berdewam kir, li ser vî esasî jinê di hundirê partiyê de weke jinên siyasî got êdî em karibin hîn xwe birêxistin bikin û behtir bi pêş bikevin û asta xwe yî têkûşînê xûrtir bikin ji bo ku em karibin vê zanebûna xwe bighînin jinan bi gistî, ji ber ku jin di Roj Ava yê Kurdistan û di tevahiya Sûriyê gihabû astek pir zehmet û xerab.

Osman ser fikir û felsefeya  serok Apo axifî û got ku  çawa serok Apo mafê jinê û rola wê derxist pêş li ser vî esasî jî bi riya Partiya Yekîtiya Demokratîk de rola jinê pir xurtir bû, weke em dibînin jî heta roja me yî  îro jin hîn karên xwe didomîne û asta xwe yî têkûşînê û berxwedanê  bilindtir kir tevî vî tiştî j

î gelek jin di zindanên Sûriyê de rewşa wan ne zelale weke hevala “Nezlî keçer” ku heta niha rewşa wê ne zelale li ser vî esasî di destpêka şoreşa Roj Ava a ku ji Kobanê derket  bi rihê wê berxwdanê jin bêhtir rola xwe lîst û karîbû asta berxwedana xwe bilind bike ji ber vê di şoreşa Roj Ava de jinan di hundirê PYD’ê  gaveke pir mezin avêt û rêxistina xwe bêhtir fireh kir û jinên siyasî derxînin pêş, li ser vî esasî weke Partiya Yekîtiya Demokratîk partiya yekeme di Roj Ava de û hem di Sûriyê de bi giştî ku sîstema hevserokatiyê esas girt di nav hemû rêxistinê partiyê , Osman wiha domand û got me ev tişt dît ji ber ku Partiya Yekîtiya Demokratîk  rola jin da pêş ser vî esasî sîstema hevserokatî hat çêkirin, ji wê rojê û heta roja me yî îro jin xwe birêxistin kir ser esasê hevserokatiyê û hem xweserî jî, di sala 2018′ an rexstina jin di hundirê PYD de kongirê xweî yekem li dar xist  li ser asta giştî ya PYD di kongir de meclisa yekem ya partiyê hat avakirin bi  rola xwe ya pêşengtiyê û têkûşînê karîbû rêxistinên xwe û qomîtên xwe yên xweser  li ser asta partiyê ava bike ji ber ku em îro dibînin di şoreşê de û hemû rêxistinên me de ku eger jin tê de ne pêşeng be û ne xwedî fikir û ramanekî rast be ew karê ku pê radibe qels dibe.

Osman got: ku serok Apo her dem dibêje projeyên min nêv maye û projeyên min wê bighêjin asta serkeftinê bi riya jinê.

Di dawiya axaftinên xwe de Osman wiha got: em di salavegera  Şazdehmîn ya partiyê diçin em pîrozbahyiê ji partiyê re dixwazin û em weke jin dibêjin emê asta têkûşîna xwe û berxwedadiya xwe hîn bilidtir bikin û emê bibn ronahî li pêşiya zilma ku jin tê de jiyan dike di Roj ava de û li hemû cîhanê de bi riya jina siyasî û kurdistanî emê karibin civakek azad xwedî nerx ava bikin û bi salvegera Şazdeh mîn ya Partiya Yekîtiya Demokratîk em soza xwe dûbare dikinû asta xwe ya têkûşînê mezintir dikin.

Endamê meclisa giştî ya partiyê re Ebdul Hadî Ehmed jî salvegera PYD pîrozkir û dest nîşankir ku ewê ser rêka şehîdan xebata xwe  berdewam bikin û wiha axivî: Ji bo damezirandina PYD weke ku em dizanin ku di sala 2003’yan de hat ava kirin li dervî welat ji ber ku di wê demê de qedexebû her tiştê girêdayî Kurdan ji ber vê jî Kongirê yekemîn li derveyî welat hat li darxisti piştira weke biryar hat ku partî di hundirê Sûrî kar û xebatên xwe berdewam bikin, lê

belê di dema ava kirina PYD de glek astengî derket ji aliyê rêjîma Sûriyê û Turkiya û gelek partiyên din ku xwestin vê partiyê têk bibin û reşbikin tevî van astengiya jî Partiya Yekîtiya Demokart karîbûn asta xweyî Diblomasî û civakî xurt bikin û palnên wan dijmnan vala derxînin.

Ebdul Hadî Ehmed wiha domand: Partiya Yekîtiya Demokratîk bi siyaseta xweyî demokratîk karîbû gavên mezin bavê bi pêş di Roj Ava de û karîbû sîstema xwe berfireh bike û rola xwe bilîze û roj bi roj di şoreşa Roj Ava de di milê siyasî û civakî heta astekê xwe pêşbixe û ji bo civakek exlaqî têkûşîna xwe bedewam bike.

Ebdul Hadî Ehmed wiha got: ku PYD derfetk mezin da jinê ji bo ku pêş bikeve û cihê xwe bigre di nava vê partiyê de ji bo vê jî meclisa jin hat ava kirin û giha asteke bilind di hundirê Partia Yekîtiya Demokratîk.

Ebdul Hadî Ehmed di dawiya axaftina xwe de, pîrozbahî li partiyê kir ji bo salvegera  Şazdehmîn û hiveî kir ku  partî bi serkeftinên mezintir derbas bibe.

 

AMADEKAR:LîLOZ HISÊN

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Back to top button