ManşêtNûçe

Armanca Erdogan ne penaberin yekser berê xwe dide… dagirkerinê û guhertina demografiya herêmê

Ji destpêka tevgera şoreşgerî ya li Sûriyê ve şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ewlehiya herêmên xwe parastin lê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl dan fitneyê di navbera gelên herêmê de belav bikin. Lê di encama hevgirtina şêniyên herêmê ya xurt de ew têk çûn.”

dewleta Tirk penaberên Sûriyê wek kaxezekê bi kar tîne da ku pê mûdaxelaya Sûriyê bike. Her wiha dewletên Ewrûpayê têxe bin bandora siyasetên xwe. armanca Tirkiyê ya vegerandina penaberan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew e ku demografyayê herêmê biguhere û tevliheviyê di navbera pêkhateyan de derxîne.

Hêzên Sûriye Demokratîk(QSD)jî bi ermanca parastina herêmê û sînorê sûriyayê bi tirkî re rê keftinek bi DYA  û dewleta Tirk re pêkanî ji bo makenîzmeya ewlehiya parastina sînorê di navbera Tirkiyê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê .

Dewleta Tirk hêjî ji dev mehane û gev xwearnê birnedaye û dewam dike ku ew ê herêmê dagirbike û li kampan ji penaberên Sûriyê ava bike.

armanca Tirkiyê ji bicihkirina penaberan li herêma ji kantona Kobanê heya herêma Dêrikê ya girêdayî kantona Qamişlo, guhertina demografiya herêmê û belavkirina fîtneyan di navbera pêkhateyên herêmê de ye.Serokomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Ergdoan dibêje “Pêwîst e herêm bi tevahî bi gund û bajarên wê “ewle” be da ku karibin milyonek kesan lê bi cih bikin”,Piştî ku dewriyeyên hevbeş li herêma di navbera Girê Spî û Serêkaniyê de geriyan, bi çend saetan Erdogan dîsa gefên dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwarin. Vê carê jî Erdogan niyetên xwe yên dagirkirina herêmê eşkere kirin.

Wek tê xwîakirin Erdogan naxwaze ku  li herêmê ewlehî hebe,rastiya heyî dixwaze dagir bike. Çawa Efrîn destpêka sala 2018`an bi bazareke qirêj dagir kir. Her wiha Erdogan sîstema demokratîk a gelên herêmê ragihandiye, pesend nake. Ji ber ku hemû dîktator ji pêşketina demokrasiyê û viyana gelan ditirsin, xema wan tenê kursiya desthilatdariyê ye, lewma ew her tim bi hemû awayan hewl dide ku lihevhatinê têk bibe û êrîşî herêmê bike.

Sedema ku Erdogan dixwaze herêmê dagir bike, ew e ku şêniyên herêmê bi piranî Kurd in, mekanîzmaya ku Amerîka û Tirkiyê li ser li hev kiriye, rê nade Tirkiyê ku derbasî bajaran bibe, bi vî awayî planên Tirkyê yên guherandina demografiyê têk diçin. Erdogan her dem niyetên xwe yên bicihkirina milyonek kesan li herêmê tîne ziman, herêma ku welatiyên wê lê dijîn, dê Erdogan çawa karibe milyonek kesan lê bi cih bike, eger xwediyên herêmê jê dernexe? Jixwe ezmûnên Tirkiyê di vê derbarê de hene. Rewşa Efrînê rastiyeke li ber çavan e, welatiyên wê yên Kurd di konan de dijîn, ji ber ku bi darê zorê hatine derkirin û Erdogan li şûna wan malbatên Tirkmen ji çiyayên Laziqiyê, her wiha malbatên ji deverên cuda yên Sûriyê anîn li wir bi cih kirin, armanca wî jî guherîna demografiya herêmê û tunekirina hebûna Kurdan a li ser axa wan a dîrokî ye.

Lê alîekî din Rêveberiya Xweser bi awayekî zelal diyar kir ku ew amade ye koçberên Sûriyê yên ku welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne, pêşwazî bike. Lê kesên ku destê wan tev li nava xwîna sivîlan nebûbe, bi taybet ku gelek çeteyên DAIŞ`ê reviyane Tirkiyê, piştî ku herêmên wan ji aliyê QSD`ê ve hatine rizgarkirin. Rêveberî ditirse ku vegera van kesan dîsa rê bide ku DAIŞ ji nû ve li herêmê belav bibe.

Erdogan ji sala 2016`an ve herêmên Cerablus, Bab û Ezazê dagir dike, dema ew dever dagir kirin, got ew ê sivîlên Sûriyê vegerîne wan deran, lê ka ew vegerandin? Na, yên ku vegeriyan tenê malbatên çeteyan ên ku Tirkiyê xwest ku vegerin, ji welatiyên Sûriyê naxwazin vegerin herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de ku li wan herêman aramî û ewlehî tune ye û rojane gelek kes têne revandin û kuştin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Erdogan gefan li dewletên Ewropayê dixwe ku deriyê koçberan li wan veke eger ku alîkariyê wê nekin, ev tişt eşkere got “Eger hûn di mijara herêma ewle li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de alîkariya min nekin, ez ê derî li pêşiya koçberan vekim ku berê xwe bidin Ewropayê”. Erdogan êdî li hemû kesên li dora xwe gefan dixwe da ku daxwazên xwe pêk bîne.

Li aliyekî din, mirov nikare gefên Erdogan û geşedanên li Idlibê cuda binirixîne, Erdogan roja 17`ê Îlona sala 2017`an bi Pûtin re li hev kir ku herêmeke bêçek bi kûrahiya 15-20 km ku hin herêmên Idlibê, Hemayê, Laziqiyê û Helebê digire nava xwe, ava bikin. Li gorî lihevhatinê pêwîst e çete ji wir bêne derxistin, rêyên navdewletî yên di navbera Heleb-Hema û Heleb-Laziqiyê de bêne vekirin, lê Tirkiyê nikarî vê lihevhatinê pêk bîne, lewma rejîma Sûriyê û Rûsya ji 30`ê Nîsanê ve dest bi operasyonê kir û dest danî ser gundewarên bakurê Hemayê û beşeke gundewarên başûrê Idlibê.

Piştî ku komên çete bi bin ketin û destên Erdogan derketin, êdî Erdogan dawiya meha Tebaxê berê xwe da Moskovê û bi Pûtin re bazarek kir, li gorî bazarê dê Cebhet El-Nusra û hikûmeta girêdayî wê bê tunekirin, lê bayê wê herêmê li gorî daxwaza Erdogan neçû, eger Erdogan sozên xwe pêk neyne, dûr an nêzîk, dê Rûsya li wê herêmê operasyonê pêk bîne. Lewma Erdogan bi rêya gefên li dijî herêmên Bakur û Rohilatê Sûriyê dixwaze lingekî xwe li wê derê bihêle, bi taybet ku hebûna Tirkiyê li herêma Idlibê di bi berfirehî di civîna Pûtîn, Erdogan û Rûhanî de, roja 16`ê Îlonê li Enqeryê bê nirxandin.

Tirkiye di çirava Sûriyê de noq bûye, siyaseta li ser nakokiyê di navbera Rûsya û Amerîkayê  de nema bi kêrî pêkanîna xewnên Erdogan ên vegera Osmaniya kevn tên. Serokê Rûsyayê Erdogan xistiye qorziya Idlibê û rê lê teng dike. Êdî pir pelikên Erdogan nemane ku wan di civînên Astanayê û komcivînên bi serokên Rûsyayê û Îranê re daxîne. Her wiha Amerîka jî ne amade ye ku ji bo xatirê Erdogan berjewendiyên xwe yên Rojhilata Navîn xerab bike, ji ber ku Erdogan ji aliyê Amerîkayê ve hatibû erkdarkirin ku îslama nerm bîne berêma erebî, lê ew ji bin ebaya Amerîkayê derket.

Back to top button