ÇalakîÇand û HûnerManşêtPYD

Partiya Yekîtiya Demokrat û Komela Newroz li Lubnanê bi boneya roja zimanê kurdî semînerek dan

Bi drûşmeya “Ji ber ku ziman nasname û çanda her civkaî ye”, Partiya Yekîtiya Demokrat- rêxistina Lubnanê, bi kordînasyona Komeleya Newroz ya civakî û çandî semînerek bi boneya roja zimanê kurdî li navenda komeleyê li Beyrûdê da.

Nûnerê Rêveberiya Xweser Ebdul Selam Ehmed û hejmareke ji civaka kurdî li Beyrûdê beşdarî semînerê bûn.

Di semînerê de rêveberiyê di tevgera çand û hûner Mehmûd Bekir axivî û giringî da vê rojê weke nasnameya gelan, tekez kir li ser giringiya parastina zimanê kurdî.

Mehmûd Bekir da zanîn ku pergalên desthilatdar Kurdistan hukim kirin û bi rê û rêbazên cuda li dijî gelê Kurd şer kirin. Hewldana qirkirina çandî hê jî li Tirkiyeyê dewam dike û got: “ Ev  sed sal e û rejîmên faşîst li Tirkiyeyê şerê gelê Kurd û zimanê Kurdî dike, ya ku rejîmên dagîrker ên Kurdistanê dicivîne,  ew e şerê gelê Kurd û têkbirina hebûna kurdan e, bi riya şerê ziman û çanda Kurdî ye, lewma divê nasname û dîroka gelê Kurd were parastin di riya parastina ziman û li dijî her cureyên qirkirin û mêtingeriyê li ber xwe bidin.

Ji aliyê xwe ve seroka Komeleya Newroz ya çandê Henan Osman tevahiya gelê kurd pîroz kir bi vê boneyê, îşaret kir ku tiştê ku bi sere gelê kurd pêk hat ji siyaseta qirkirin û înkarê û redkirina xaftina bi zimanê kurdî di tevahiya warên jiyanê nebû pirsgirêk li hember gelê kurd lê belê xwedî li zimanê xwe derketin û parastina çand û hebûna xwe kirin.

 

 

 

Back to top button