ManşêtNûçe

Li Wîntherthûrê panela ‘Cejna Zimanê Kurdî’

Li bajarê Wîntherthûrê yê girêdayî kantona Zurîh a Swîsreyê bi wesîleya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî panelek ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Wîntherthûrê ve hat organîzekirin.

Gelek Kurdistanî û dostên wan tevlî panelê bûn.

Panelîstên ku helbestvan Dilber Hêma jî di nav de bû, Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin û têkildarî wate û girîngiya zimanê Kurdî semîner dan.

Nivîskar Osman Ozçelîk qala dîroka zimanê Kurdî kir û got: “Divê zimanê Kurdî teqez bibe zimanê perwerdeyê.”

Helbestvan Dilber Hêma jî diyar kir ku asîmîlasyon û otoasîmîlasyona ku zimanê Kurdî pê re rû bi rû ye, ji Plana Şark-Islahatê û vir ve dewam dike.

Panel bi helbestên Kurdî yên Dilber Hêma, bi dawî bû.

Back to top button