ManşêtNûçe

Li 31 bajaran namzetên jin nehatin hilbijartin

Li gorî encamên nefermî yên hilbijartinên serokkomariyê û parlamenteriyê, li 31 bajaran namzetên jin nehatin hilbijartin.Bajarên ku namzetên jin li wan nehatine hilbijartin ev in: “Semsûr, Aksaray, Amasya, Ardahan, Artvîn, Baybûrt, Bîlecîk, Çewlig, Bolû, Bûrdûr, Çanakkale, Çorûm, Xarpêt, Erzingan, Gumuşhane, Îdir, Karabuk, Kirikkale, Karaman, Kirklarelî, Kirşehîr, Kilîs, Kutahya, Nîgde, Ordû, Rîze, Sînop, Tokat, Ûşak, Yozgat û Zongûldak.

Her wiha di dîroka komarê de cara yeke li Gîresûnê jinek hat hilbijartin. Elvan Işik Gezmîş, ji lîsteya CHP’ê bû parlamentera CHP’ê ya Gîresûnê. Ji bilî vê Osmaniyê jî cara yekem parlamenterên jin şandin meclisê. Ji lîsteya AKP’ê Derya Yanik û ji lîsteya CHP’ê Asû Kaya bûn parlamenter.

 

 

Back to top button